Ji NAV-DEM'ê daxuyaniya li ser salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gazî
Navenda Civaka Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) ji ber salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gazî daxuyaniyek weşand.
Navenda Civaka Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) ji ber salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gazî daxuyaniyek weşand.
Navenda Civaka Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) ji ber salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gazî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, ku meha Adarê di dîroka gelê Kurd de xwedî cihekî taybet û wateyeke cuda ye. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku divê mehê de ji aliyekî ve bi polîtîkayên qirkirinê re qetlîamên girseyî hatin kirin, li aliyê din jî bi şiyara azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê re berxwedaneke mezin û bi heybet hat nîşandan.
NAV-DEM'ê bal kişand ser operasyonên qirkirin û înkarê yên sed sal in ji aliyê dewletên mêtînger û sîstema kapîtalîst-emperyalîst ve li dijî têkoşîn û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd hatine meşandin û got, "Îro jî bi rê û rêbazên cuda, heman komkujiya li hemberî Kurdan bi destê AKP'ê li Cizîrê, li tevahiya Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê tê kirin.
Komkujiya Helebçeyê ku rojeke lenetbûyî ya dîroka mirovahiyê ye, di encama bicihanîna vê polîtîkayê de rû da."
NAV-DEM'ê bibîr xist, ku di êrîşa bi çekên kîmyewî ya ji gaza hardalê, ku rejîma dîktator faşîst a Saddam di 16'ê Adara 1988'an de li hemberî gelê Kurd li Helebçeyê kir de, zêdeyî 5 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran bi giranî birîndar bûn û seqet man. Di daxuyaniyê de hat gotin "Bi deh hezaran Kurd ji bo ji zilm û qirkirinê rizgar bibin neçar man xaka xwe biterikînin û koçî Bakur-Rojavayê Kurdistanê bikin. Trajedî û travmayek rû da, ku bandora xwe li ser gelek nifşan kir. Vê êrîşa bi çeka kîmyewî ji bombekirina Hîroşîma û Nagazakî ya bi çeka atomê bêhtir bi bandor bû. Bêguman yekane berpirsyarê vî sûcî ne tenê dîktatoriya Saddam e. Yên ku ji bo xatirê berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn ji her alî ve desteka leşkerî dan Saddam, yên ku çekên kîmyewî dan Saddam û YE, DYA, welatên NATO û hemû dewletên herêmê yên çavên xwe li vê komkujiyê girtin, berpirsyar in. Ew jî hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê ye."
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiya Gazî ya Stenbolê ya 12'ê Adara 1995'an, ku hêzên kûr ên dewletê êrîşî kargehên Kurdên Sersor kirin û pîrekî Elewî qetil kirin. NAV-DEM'ê got, "Hêzên dewletê bi çekan êrîş meşa têkildarî girtîhan kirin û bi dehan mirovên me bi xwînxwarî qetil kirin."
NAV-DEM'ê komkujiya 12'ê Adara 2014'an a li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bibîr xist û got, "Ev komkujî gelekî bi plan û organîzeyî hat kirin. Erebên nîjadperest ên ji aliyê dîktatoriya Esad ve hatin birêxistinkirin, di dema maça futbolê de di bin kontrola hêzên ewlekariyê de êrîşî Kurdan kirin û bi dehan Kurd qetil kirin. Îro jî li Rojavayê Kurdistanê komkujiyên li hemberî Kurdan dewam dikin.
Ev komkujiyên ji aliyê dîktatoriyên faşîst ên Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê di demên cuda de hatin meşandin, weke polîtîkayên hevpar ên dewletan ên li hemberî Kurdan ketin meriyetê. Mesaja hevpar a hat xwestin bi van komkujiyan re were dayîn ev bû: 'Li ti parçeyekî Kurdistanê wê Kurd nebe xwedî mafê jiyanê!
NAV-DEM'ê da zanîn ku di pêvajoya heyî de polîtîkayên înkar, tinekirin û qirkirinê kûrtir bûye û mînakên Cizîr û Sûrê da. NAV-DEM'ê diyar kir, ku komkujî bênavber dewam dike û got, "Di salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gazî de em van komkujiyan bi tundî şermezar û lenet dikin.
Yên ev qirkirin anîne serê gelê Kurd wê hesab bidin û divê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê li dadgehên navneteweyî bên darizandin."