6 kes li Hezexê hatin binçavkirin
Li Hezexê, di serdegirtina malên li gundê Yarbaşi de 6 kes ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.
Li Hezexê, di serdegirtina malên li gundê Yarbaşi de 6 kes ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Şirnex Hezexê, ku dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 23. de ye, operasyonên binçavkirinê jî dewam dikin. Leşkerên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malênl i gundê Yarbaşi yê navçeyê. Di sergritinan de 6 kes hatin binçavkirin. Şêniyên gund ên hatin binçavkirin birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.
Welatiyên hatine binçavkirinê ev in: Kûdbettîn Alkay, Ramazan Oruç, Hasret Oruç, Mûhîttîn Ûca, Sadik Seba û Fahrî Oruç.