Mîstûra: Hevdîtinên Cenevreyê wê di navbera 14-24’ê Adarê de pêk were
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra ragihand, têkildarî şerê Sûriyeyê hevdîtinên Cenevreyê wê di navbera 14-24’ê Adarê de pêk were.

Mîstûra civîneke çapemeniyê li dar xist û wiha got: “Wê di rojên pêşiya me de delega diyar bibin û gotûbêjên têkiliyên bingehîn wê Şemiyê destpê bike, 24’ê Adarê derbas nake.”
Mîstûra wiha lê zêde kir: “ Pişîtî navbera hefteyak an jî 10 rojan şûn de, wê gotûbêj dîsa destpê bike.”
Nûnerê taybet ê NY ê Sûriyeyê muzakere wê bi Şam û heyetên mûxalifan re cuda bi cuda pêk were û wiha anî ziman: “Ji bo di nava 18 mehan de hikûmetek nû were avakirin, destûra bingehîn a nû, organîzekirina hilbijartina serokatiyê û parlementoyê wê bal bê kişandin.”
Mîstûra diyar kir ku ji bo şerê 5 salan bi dawî bibe, ji bo çareseriyekî siyasî pêngavekî berfireh heye.
Ji şerê li Sûriyeyê ku ji sala 2011’an de heta niha , li gorî NY’yê 270 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
Nûner diyar kir ku rejîma Şamê wê heyetekê ji bo Cenevreyê bişîne, lê weke “Muxalefet” Komîteya Muzakereya Bilind ti biryar nedaye. Ev komîte bi zêdehî, ji komên weke El Nûsra û DAÎŞ’ê yên dijminê mirovahiyê û komên ku suc dikin pêk tên. Tirkiye û Erebîstana Siûdî yekem hevkarên van koman in û fînanseyên yekem in.
Tûra yekem a hevdîtinên Cenevreyê di serê meha Sibatê destpê kir, lê ji ber nelihevhatina aliyan kurt berdewam kir. Di hevdîtinên yekem de Kurd nehatibûn dewetkirin. Ji bo tûra duyemîn dewetkirina Kurdan nehat zanîn.
Piştî hevdîtina yekem û şûn de 27’ê Sibatê di bin çavdêriya DYE û Rûsyayê de li Sûriyeyê agirbest hat îlankirin. Rexmê ku bi dehan caran îxlal hatin kirin jî, agirbest hê ji berdewam dike.