Nerazîbûna Cizîriyan a li dewletê her mezin dibe. Li taxên ku bi hezaran xanî lê hatin xerakirin, gel deriyê xwe li mirovên mala wan nîne vedike. Li hemberî polîtîkaya dewletê ya koçberkirinê, mirov piştgiriya hev dikin.
FERHAT ARSLAN
ŞIRNEX / ANF
pêncşem, 10 adarê 2016, 07:00
Nerazîbûna Cizîriyan a li dewletê her mezin dibe. Li taxên ku bi hezaran xanî lê hatin xerakirin, gel deriyê xwe li mirovên mala wan nîne vedike. Li hemberî polîtîkaya dewletê ya koçberkirinê, mirov piştgiriya hev dikin.
Li Cizîrê, ji ber komkujî û terora dewleta Tirk, beşeke mezin a bajêr xera bû. Mirovên xaniyên wan ji ber topbaranê xisar dîtine, vedigerin bajêr. Cizîrî dibêjin haya wan ji polîtîka dewletê ya koçberkirinê heye û tevî wehşeta li wan hatiye kirin jî bi biryar in, çanda xwe bidin jiyîn.
Gel di wê baweriyê de ye, ku piştî şewitandina bi sedan kesî bi saxî, terikandina Cizîrê weke bêrûmetiyê dibîne. Şêniyên Cizîrê komkujî û êşa xwe ji ANF'ê re vegotin.
HANIM TÛRGÛT: Vî tiştê dewletê li Cizîrê kir, kengî li ser gora min giha biharê şîn bû, hingî ez ê karibim hestiyênz arokên me yên hatin şewitandin ji bîr bikim. Kî dikare wan bedenê ciwan ên li wê jêrzemînê ji bîr bike. Tenê daxwaziyek min heye ji Xwedê; bila ew qesr bi serê wî de biruxe. Malên me ku bi keda 20 salan a zarokên me hatin çêkirin, şewitandin. Lê piştî wan canên me yên bi saxî şewitandin, em li binê kon bijîn jî, ji bo me ne xem e. Bi tenê yek armanca vê komkujî û tevgera hilweşandinê heye; dewlet naxwaze em li vir be, lê bila ti kes ne li bendê be ku em xiyanetê li xwîna şehîdên xwe yên pîroz bikin. Em ê xiyanetê li lehengên xwe yên li Cizîrê xwîna xwe herikandin, nekin. Li ser me wê bêrûmetiyê ferz dikin, lê Cizîr wê Kurd bimîne. Em ê bi Kurdbûyîna xwe re bimirin."
BAHOZ AKSÛ: Davûtoglû digot 'em ê aramiyê bînin Cizîrê'. Saeta mala me saet di 12:30 de sekiniye. Di wê kêliyê de, bi topên li mala me ketin re aramî anîne. Xwelî li serî be, ku me ji wan re gotibûn ew birayê me ne. Ti carî kîn û Hêrsa min li hemberî van nebû. Bi rastî jî min nizanîbû ev ewqasî dijminê me ne. Top li dergûşa zarokê min ê yek salî ketiye. Xuya ye eger em li malê bimana, wê pitika min bi wê topê bihata kuştin.
SÛLTAN TOPRAK: Ji bo bîranîna Mehmet Tûnç û hevalên wî, ji bo xatirê lehengiya Botanê em ê Cizîrê neterikînin. Em niha li cem cîranê xwe dimînin, eger pêwîstî bê hebe em ê biçin di nava xirbeyê xaniyê xwe de bijîn, lê ti carî dest ji Cizîrê bernedin. Binêrin, bi saxî zarokên me şewitandin û beşeke mezin a gel li Cizîrê vegeriyan. Mirovên xaniyên wan hilweşiyan e jî dev ji vî bajarî bernadin. Xuya ye yên hewl didin me biqewirînin, winda kirine. Bi kuştinê em naqedin. Bi şewitandin û xerakirina malên me re jî nikarin Kurdbûna me tine bikin. Ji vê kêliyê û pê ve paşde gav avêtin ji bo me xiyanet e.
SORYAZ TÛNÇ: Piştî wehşeta li Cizîrê, tevî hemû israrên me jî bi nivîsên xwe re gotin, 'hûn ne birayên me ne, Kurd dijminê me ne'. Lê belê wan bi vê barbariya xwe re xwe winda kirin. Di sala 1990'î de dema kuştinên kiryar nediyar dikirin, ji sedî 10 ê Kurdan PKK'yî bû. Hingî ji sedî 50 ê Kurdan bûn PKK'yî. Piştî komkujiya Roboskî ji sedî 80 ê gelê Kurd bûn PKK'yî. Li hemberî dewleta ku li Cizîrê hestiyê mirovan şewitandin, ji sedî sed ê Kurdan bûn PKK'yî. Em şahidî ji barbariya wan re kirin. Xwedê êşa ewladan bide Emîne (Erdogan) jî, ku hinekî êşa me fêm bike.