BI DÎMEN

Endezyarên TMMOB'ê: Li Cizîrê qirkirina çandî hatiye kirin

Komek ji 60 mîmar-endezyaran, ji bo lêkolînkirina taxên ji ber topbarana hêzên dewletê veguherîne xirbeyan hatin Cizîrê bang kirin, ku bi karekî hevpar bajar ji nû ve bê avakirin.

Komek ji 60 mîmar-endezyaran, ji bo lêkolînkirina taxên ji ber topbarana hêzên dewletê veguherîne xirbeyan hatin Cizîrê bang kirin, ku bi karekî hevpar bajar ji nû ve bê avakirin.

Li Cizîrê, ku ji ber êrîşên hêzên dewletê bajar veguheriye xirbeyekî, karê tespîtkirina xisara li bajêr bûye dewam dike. Li Cizîra ku mirov bi saxî lê hatin şewitandin, di bin navê 'Projeya Veguherîna Bajarî' de bi avahiyên ji yek tîpê re hewl tê dayîn gel ji çanda xwe qut bibe. Heyek ji 60 endamên TMMOB'ê dest bi karê tespîtkirina xisarê kirin. Mîmar û endezyarên TMMOB'ê tespît kirin ku li cihên şer lê neqewimiye jî avahî hatine şewitandin û xerakirin û dan zanîn, ku ew ê encamên lêkolînên xwe di rojên pêş de weke raporekê eşkere bikin.

Mîmar û endezyaran dan xuyakirin, ku wan dîtine li bajêr qirkirineke mezin hatiye kirin û xisara leşker û polîsên Tirk bi tank û topan dane bajêr ji ANF'ê re nirxandin.

Endezyarê Jeolojiyê yê TMMOB'ê Serokê Şaxê Amedê HARÛN YALÇINKAYA: Ev xirbeyên îro yên i Cizîrê divê werin rakirin. Xebatên me yên di vî warî de niha li herêmê dewam dikin. Piştî tespîtkirina xaniyên hatine hilweşandin, bi karekî komunal re xaniyên zerar dîtine dikarin ji nû ve werin avakirin.

Ji bo ji nû ve hûnandina jiyanê, girîng e gelê Cizîrê xwe bi tenê nebîne. Bi piştgiriyê re em dikarin xisara li vir hatiye kirin ji holê rakin. Di vê mijarê de pêwîste ruhê piştevaniyê yê gel bê xurtkirin. Li Cizîrê piştî 80 rojan xisareke gelekî mezin der bûye. Li vê derê ne tenê mirov hatine kuştin, di heman demê de dîroka gelekî ji hezaran salî, çand û qadên wan ên jiyanê hatine xerakirin. Xisareke mezin li psîkolojiya mirovan jî bûye. Mal û xaniyên bi hezaran mirovan tine bûne. Piştî lêkolînkirina vê xisarê, em ê rapora xwe bi raya giştî re parve bikin.

Endamê TMMOB'ê HAKNAS SADAK: Weke TMMOB'ê bi ekîbek ji 60 endezyaran re em ê rewşa li Cizîrê lêkolîn bikin, encamên lêkolînên xwe veguherînin raporekî û bi raya giştî re parve bikin. Me tespît kir ku piraniya bajar veguheriye xirbe. Derdikeve holê ku hilweşîna li vê derê bi xendekan re nebûye. Em li rewşeke bi wî rengî rast hatin, ku ji bo tinekirina çanda mirovan hewldan hatiye kirin. Ji bo tespîtkirina vê rewşê, girîng e salên 90'î li ber çavan werin girtin. Di salên 90'î de qadên herî bedew ên jiyana civakî ya xwezayî; gund hatin tinekirin. Kurd di destpêkê de ji jiyana xwe ya aheng hatin qutkirin.

Şaşîtiyeke gelekî mezin e ku ev hilweşîna li bajarên Kurdan hatiye kirin, bi xendekan ve bê girêdan. Ji ber ku xuya ye, malên hatine xerakirin û şewitandin bi armanceke cuda hatine tinekirin. Pêwîste saziyên me yên li herêmê û rêveberiyên herêmî derhal ji bo Cizîrê dest bi karê ji nû ve avakirinê bikin. Tevî ku Cizîr û Hezex bi tenê 25 kîlometreyan dûrî hev in jî, divê her du navçe li gorî xweseriya xwe ya mîmarî bên avakirin. Tê gotin li Silopiyayê jî xisara li 6296 avahiyan hatine tespîtkirin. Armanceke bi tenê ya vê heye. Bi îlankirina herêma bi rîsk re dixwzin projeya TOKÎ bixin meriyetê. Bi rêya TOKÎ re dixwazin Silopiya, Cizîr, Sûr û bajarên din bi dest bixin û civakê ji qadên xwe yên jiyanê qut bikin.

Li Cizîrê jî, li Silopiyayê jî dixwazin hemû derfetên ku gel pê karibe serî rake, ji dest bigirin. Ev yek jî hem polîtîkaya qirkirina çandê ye, hem jî qirkirina civakî ye.

Endamê TMMOB'ê RONÎ SARIYILDIZ: Tevî şewitandin û xerakirina xaniyan, me dîtin ku eşyayên li nava malan jî hatine dizîn û yên mayî jî hatine şikandin. Ji bo mirov careke din li van deran nejîn, zerareke mezin dane. Dewlet bi îlankirian van bajaran weke 'herêma bi rîsk' re dixwaze şêweyê jiyanê yê mirovan biguherîne. Hewl dide gel ji xaniyên bi serê xwe derxîne û li avahiyên bilind bi cih bike. Bi vê projeyê re dixwaze mirovan bike yek tîp. Gelê li vir dijî jî wê vê qebûl neke.

...