Li Taxa Esentepe ya Geverê hêzên dewleta Tirk li Xaçerêya YSE'yê mînîbûsa rêwiyan gulebaran kirin. Di gulebaranê de welatiyê bi navê Îlhan Engîn jiyana xwe ji dest da Ferhat Gulseven jî bi giranî bi rînda bû.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku bi awayeke fiîlî terora dewletê heye, hêzên dewleta Tirk êrîşî Taxa Esentepeyê kirin û li Xaçerêya YSE'yê wesayîta zirxî ya kobrayê rasterast gulebaran kir. Mînîbusa ku di rê de derbas dibû hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê Îlhan Engîn (27) û Ferhat Gulseven (28) ên di mînîbusa UPS Kargoyê de ji serên xwe bi giranê birîndar bûn.
Ji ciwanên ku ji serê xwe bûn û Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê Îlhan Engîn jiyana xwe ji dest da, xetereya jiyanê ya Ferhat Gulseven berdewam dike.
Li aliyê din nûçegihanên DÎHA'yên ku li nexweşxaneyê nûçe dişopandin jî demeke kurt ji aliyê tîmên taybet ve hatin lêpirsînkirin.