Li Helebê şerên dijwar
Di encama bomberana çeteyan a li ser Şêx Meqsûdê kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 jî birîndar bûn. Li Eşrefiyê jî di navbera heman komên çete û şervanên YPG’ê de şerên dijwar diqewimin.

Komên çete yên girêdayî qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriye ku parçeyê ENKS’ê ye, bi hewan û topên dojehê êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. Komên çete îro careke din êrîşî taxê kirin, di encama bomberdûmanê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 4 jî birîndar bûn. Li hember taxê topbaran didome.
Her wiha li taxa Eşrefiyê ya Helebê jî di navbera hemen komên çete û şervanên YPG’ê de şerên dijwar diqewimin. Ji ber şerên dijwar agahiyên zelal ji herêmê nayên girtin.