Zarokên winda yên Sûrê!

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ji hembêza dayika wan girtina zarokan parçeyek ji Plana Master a Davûtoglû ye. Girtina zarokan û radestkirina stargehên dewletê jî ji ber vê ye."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ji hembêza dayika wan girtina zarokan parçeyek ji Plana Master a Davûtoglû ye. Girtina zarokan û radestkirina stargehên dewletê jî ji ber vê ye."

Nivîsa Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka bi vî rengî ye:

"Hemû kirinên dewleta tirk ên li Kurdistanê nîşan didin ku ew hêzêke mêtinger a tevkujera çandî ye. Rojnameya Ozgur Gundemê bi sûrmanşet a ‘Zarokên winda yên Sûrê’ xwestiye zarokên winda yên Dêrsimê bîne bîra me. Mîna li Dêrsimê niha li Sûrê zarok ji hembêza dayikên wan tên derxistin û wan davêjin nav diranê çerxa bişaftinê. Di dema berxwedana destanî ya Sûrê de ji ber ku li Sûrê man zarok ji malbatan tên standin û wan ceza dikin. Malbatên di nav têkoşînê de cih digirin û hemû kurd bi şêwazekî vekirî tên tehdîtkirin. Tê xwestin ku di ser zarokan û malbatan re polîtîkayên tevkujer, tinekirin û înkarê bidin meşandin û li tevahiya Kurdistanê belav bikin.

Li Kurdistanê zêdebûna dibistanên şevborî ne ji bo perwerdekirina zarokan, ji bo bişaftina wan û gihandina asta ku xiyanetê li rastiya xwe bikin e. Dibistanên Şevborî li Kurdistanê rola xencera xiyanetê lîstine. Niha jî bi heman mabestê zarokên kurd ji malbatan tên standin û wan li stargehên dewletê bi cih dikin. Ên radestî stargehên dewletê tên kirin êdî ne zarokên Kurdan e. Ti girêdana wan bi civaka wan re namîne. Êdî dibine amûrê civaka dewletê. Mîna tê zanîn mirov bi civakên xwe hene. Lewre ev zarok jî mîna Yenîçeriyan (leşkerên berhevkirî yên Osmanî) wê wan wergerînîn robotên ku li dijî gelê wan didin şerkirin.

Ji hembêza dayika wan girtina zarokan parçeyek ji Plana Master a Davûtoglû eşkere kiribû ye. Her çiqas hin xalên Plana Masterê ji raya giştî re hatibin eşkerekirin jî pêwistî bi eşkerekirin û ragihandina hin xalan jî nedîtin. Girtina zarokan û radestkirina stargehên dewletê jî yek ji van xalan e. Gotinên ku ew ê li Kurdistanê ji bo her malbatê şêwirmendekî civakî diyar bikin jî encama vê polîtîkaya tevkujer a mêtînger e. Ji xwe dibêjin li bajaran ew ê qaraqol, baregehan ava bikin û bi vê yekê kolanan kontrol bikin. Ji her alî ve polîtîkayeke tam a mêtînger û dagirker dimeşîne. Ji bo vê rewşê belav û kûr bikin her rê û rêbazê diceribînin. Yên ku van kirinan dibinîn û hêj jî di mijara polîtîkayên tevkujiyê yên AKP’ê de îkna nebûbin, ev an mirovên serê xwe xistine bin qûmê ne, yan jî xayin in! Di rastiyê de her kesê di rewşa heyî de hevkariyê bi AKP’ê re dike di asta xayinan de ye. Di nav kurdan de mîna baskê 5. ê mêtingeriya tevkujer dixebitin. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê êdî pêwistî veşartina kirinên tevkujeriyê nabîne û vekirî van pêk tîne.

Berxwedana xwerêveberiyê hemû rûpoşên desilatdariya AKP’ê anîn xwarê. Derkete holê ku ev 13 sal in li dijî kurdan şerê taybet dimeşîne. Hevkariyên ku niha hene jî têrê dikin bê dîtin ka AKP hêzeke çawa ya dijminê gelê kurd e. Ji van hevkariyan zelaltir dijminatiya kurd heye gelo?

Çima zarokên kurdan dibin radestî stargehên dewletê dikin? Bersiva vê pirsê zelal e: Ji bo nifşên ji welat û miletê xwe re bi feyde bin! Wate û tercumeya vê yekê ya li Tirkiyeyê ew e ku kurdîtiya xwe înkar bikin û bibin tirk. Yanî bûyina miletekî bi tenê ku hemû cudahî ji holê hatin rakirin. Ji xwe bilêvkirina Kurdistan ji bo parlementeran jî sûc e. Li parlemenê vekirî dibêjin cihekî wisa tine ye û nîşan didin ka xwedî têgihiştineke mêtînger û înkarê ne. Kurdistan; cihê ku gelek lê dijî, yanî welat e. Gelekî ku welatê wî tine be nasnameya wî jî tine ye. Dewlet cuda, welat cuda ye. Têgîna Kurdistanê nayê wateya dewletê. Kurdistan di bingehê de ne têgîneke siyasî ye, têgîneke civaknasî/sosyolojîk e. Osmaniyan, Îranê û dewletên din jî cihê ku kurd lê dijîn mîna Kurdistan pênase dikin. Ê cara yekemîn têgîna Kurdistan bikar aniye Şahê Dewleta Selçûkî ya Mezin Melîkşah e. Lê belê li Tirkiyeyê înkarvaniyeke wisa heye, dema li parlemenê peyva Kurdistan tê bilêvkirin parlamenterek an wezîrek radibe ber xwe û bersiva cihekî wisa tine ye dide.

Mîna sûc dîtina beşdarbûna merasîma cenazeyê ciwanên kurd ên di şer de tên qetilkirin, xerakirina şehîdgehan, şewitandina cenazeyên ciwan û welatparêzên kurd, meşandina kampanyaya lîncê ya li dijî parlementera Wanê ya HDP’ê Tugba Hezer bi tevahî encamên polîtîkayên tevkujeriyê ne. Her tiştê têkildarî kurdan an tine tên hesibandin an jî mîna hinceta sûc tên dîtin. Ev rewş nîşan dide ku kurd di nav têkoşîna hebûn û tinebûnê de ne.

Ji kurdekî ku nasnameya xwe înkar nake heta bi kurdekî ku bi dengê gelê xwe derbasî parlemena Tirkiyeyê bibe zexta tevkujiya çandî li ser herkesî tê meşandin. Rûxandin û şewitandina taxan, dest danîna ser zarokên ji nav xirabeyan derdikevin bi tevahî êrîşeke tevkujiyê ye.

Ji ber vê yekê divê li dijî dayina zarokan a ji bo sitargehên dewletê jî lînçkirin û daxwaza ji parlemenê avêtina Tugba Hezer nerazîbûn were nîşandan. Kirin û polîtîkayên bi vî rengî bi ti awayî divê neyên qebûl kirin. Deshilatdariya AKP’ê gav bi gav dixwaze gelê kurd bixe rewşeke ku nikaribe li dijî van kirinan derkeve û bi rengî teslîm bigire. Lewre nerazîbûna were nîşandan divê di vê çerçoveyê de be."