Li taxên Nisêbînê ya ku berxwedana xwerêveberiyê didome ji wesayîtên zirxî ketober gule tên reşandin, li Taxa Abdulkadîrpaşa ya ku êrîş li ser dijwar bû, trafoyên ku di encama êrîşan de ziyan dîtine jî rê nayê dayîn ku bên çêkirin.
Li Nisêbînê ya ku terora dewetê bi fîîlî dewam dike, li ser taxên berxwedanê tevahiya rojên êrîş hebûn. Wesayîtên zirxî yên ku li derdora nexweşxaneya kevin bi cih bûne, kolanên Taxa Abdulkadîrpaşa ketober dan ber guleyan. Di êrîşa ku çekên giran û bombeavêj jî bi kar anîn de malên gelek kesan û trafoyên elektirîkê ziyan dîtin.
Ji ber ziyana trafoyan, 5 roj in ku elektirîk li taxan nîne, rexmê ku tîmên DEDAŞ’ê ji bo çareserkirina pirsgirêkan agahdar kirine jî tîm nikarin biçin taxê.
Têkildarî mijarê şêniyên taxê çûn cem Qeymeqamtiyê û rayedaran wiha gotin: “Her kesê li wir terorîst in, trafo nayê çêkirin.”