Li Geverê êrîşên dewletê dewam dikin
Li Geverê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxên xwerêveberiyê bi dijwarî dewam dikin.
Li Geverê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxên xwerêveberiyê bi dijwarî dewam dikin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, hêzên dewleta Tirk ên li ser kolana Îpekyolû bi cih bûne bi çekên giran guleyan li taxên Esentepe û Esenyûrtê direşînin. Hêzên dewletê bi maşînên zirxî yên li vê kolanê bi cih kirine, guleyan li derdorê direşînin û hewl didin bi kepçeyên zirxî bikevin nava taxan.
Hat ragihandin, dewleta Tirk ketin û derketina ji navçeyê bi maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî, girtiye.
Dengê teqîn û çekan ji navçeyê tê.