Êrîşa hewayî ya li hemberî Qendîlê

Balafirên şer ên Tirk bombe li çiyayên Qendîlê yên ser bi Herêma Parastinê ya Medyayê barandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, duh bi şev saet di 20:00 de bomberdûmanê destpê kiriye û tevahiya şevê dewam kiriye.

Hat ragihandin, balafirên şer ên Tirk bombe li derdora gundên Pirde Şale û Kalatuka yên Qendîlê barandine. Tê gotin, di bomberdûmana li vê derê de goristaneke gundê Pirde Şale jî hedef hatiye girtin.

Balafirên şer ên Tirk duh bi şev bombe li herêma Heftanînê jî barandibûn.