Kurd li dijî nîjadperestiyê berxwedana herî berfireh dimeşîne

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata bal kişand ser êrîşên li hemberî Kurdan ên di dîroka Tirkiyeyê e û diyar kir, gelê Kurd li dijî înkar û tinekirinê berxwedana herî berfireh dimeşîne.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata bal kişand ser êrîşên li hemberî Kurdan ên di dîroka Tirkiyeyê e û diyar kir, gelê Kurd li dijî înkar û tinekirinê berxwedana herî berfireh dimeşîne.

Ayata di hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re anî ziman, ku pêkhatina ewçend darbeyan li Tirkiyeyê û hebûna dînamîka darbeyan di roja îro de, pêwendiya xwe bi damezrandina Tirkiyeyê heye. Ayata got, "Netewe dewlet li çand û dewlemendiya vê xakê nedihat. Kirasê li Anatolî Mezopotamyayê hat kirin, li gorî bedena xwe nîne. Dewletê her tim hewl da civakê li vî kirasî bike. Li şûna ku li gorî pêdiviya civakê kirasekî bidirû, hewl da civakê li vî kirasî bîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi rewşên awarte dît."

MEKANÎKA DARBEYÊ HETA ROJA ÎRO DEWAM KIR

Ayata bal kişand ser komkujiyên di dîroka Tirkiyeyê de li hemberî gelê Kurd hatin kirin û got, "Balafirên destpêkê yên Tirkiyeyê, mirin li Kurdan barandin. Ew hevneşopî heta roja îro dewam dike. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve ti şerekî cidî yê artêşa Tirk bi dewletekê, bi hêzeke din a biyanî re nîne. Bi tenê tevgereke sivik a 74 Qibrisê heye, ew jî ji şer nayê hesibandin. Yanî hêza Rûman a şerkirinê tinebû. Lê ji dema avabûna xwe û vir ve, ev 90 sal in artêşa Tirk bi hemû hêza xwe re li dijî Kurdan şer dike. Binêrin, ji sala 1984'an û vir ve balafirên şer ên Tirk bê navber bombeyan li Kurdistanê dibarînin, ji her cureyî bombeyan bi kar tînin. Kevneşopiyeke ewçend leşkerî ji aliyê siyasî ve jî nerm nebû, xwe li reforman venekir, dewlemendiya gelên Anatolî-Mezopotamyayê li hemberî xwe weke gef û xeteriyê dît, asîta Tirktiyê lê reşand û xwest yek al, yek ziman, yek milet û yek olê biafirîne."

Ayata darbeyên 60'î, 70, 80'ê bibîr xist û got, "Ev mekanîka darbeyê hat heta roja îro. Di 28'ê Sibatê de hewldana darbeyê heye" û destnîşan kir ku pêvajoya darbeyê neqediya ye.

JI BO TEKPERESTIYÊ PÊWÎSTÎ BI ŞEFEKÎ BI TENÊ HEYE

Ayata di vê çarçoveyê de rewşa desthilatdariya heyî nirxand û da zanîn, ku Erdogan ji ber ji kevneşoopiyeke demokratîk, mûxalefeteke demokratîk nayê, gav bi gav ber bi tekperestiyeke hîn bêhtir despotîk û otorîter ve çû.

Ayata got, "Mîna Turkeş, mîna Kemalîstên berê dest bi tekperestiya yek milet, yek al, yek welat kir. Bêgûman ji bo vê tekperestiyê jî pêwîstî bi serdestiya yek şefî dît; yanî çîroka serokatiyê. Hilbijartinên ewçend bi xwîn, betalkirina hilbijartinên 7'ê Hezîranê û darbeya 1'ê Mijdarê hînê dewam dikin."

ERDOGAN JI XWE RE MODELA HÎTLER ESAS DIGIRE

Ayata diyar kir, ya ku Erdogan dixwaze, şêweyê rêveberiya Hîtler e û destnîşan kir, ku Erdogan ji xwe re modela Hîtler esas digire. Ayata axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji xwe ev yek li cihekî bilêv jî kir. Di hiş û mejiyê wî de mînaka Hîtler a netewe dewlet û tekperestiyê heye. Sîstema serokatiyê ya di roja îro de bi awayekî herî çê lê tê meşandin DYA ye. Navê xwe jî li ser de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka. Yanî pêncî dewlet hebûn, bûn yek, lê xweseriya xwe, şêweyê rêveberiya xwe winda nekirin."

BIRYAR JI ERDOGAN DERDIKEVE

Ayata da zanîn, ku di rewşa heyî de biryara her tiştî bi Qesrê ve hatiye girêdan û got, "Hilbijartinên 7'ê Hezîranê hatin betalkirin. Gelo ev biryar ji aliyê AKP'ê ve hat girtin? Na. Dibêjin em ê bikevin nava şerê li Sûriyeyê. Biryara vê ji aliyê AKP'ê û parlamentê ve tê girtin? Na. Hemû biryar ji Erdogan derdikevin. Bi hemû têkiliyên xwe yên bi burokrasiyê re jî êdî daîreya şerê taybet pê ve girêdayî ye."

Ayata ragihand, Erdogan ji AKP'ê bawer nake, lewma ji Qesrê ve bi rê ve dibe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Belasebep nabêjin gladyoya Qesrê. Em ji vê yekê jî baştir dibînin; Mînak mirov li Cizîrê li jêrzemînan bi birîndarî asê ma bûn û bi hefteyan banga alîkariyê kirin. Malbat çûn, dayikan çarikên xwe yên spî kirin al û çûn. Di hemû şeran de dema ala spî radibe, çek bêdeng dibe. Di kevneşopiya Kurdan de jî rewş bi vî rengî ye. Di navbera Kurdan û Tirkna de ewçend xedarî, kîndarî tinebû. Wezîr ketin navberê, parlamenter jî li hev civand, di çapemeniyê de bi awayekî zindî hat weşandin. Em bi Kerbelayê re bînin ber hev; Li Kerbelayê dema Hz. Huseyîn hat dorpêçkirin, televîzyon, weşanên zindî yan jî derfetên bilêvkirina daxwaza alîkariyê tine bû. Li cihê asê mabûn hatin tinekirin. Lê li Cizîrê li pêş çavên tevahiya cîhanê, li pêş çavên Kurdan û Tirkan bi zalimane, bi awayekî bêrehm mirov kuştin, bi saxî şewitandin. Ti ji wezîr an jî burokrat nikare berpirsyariya vê yekê rake. Qeymeqam, walî yan jî fermandarên leşkerî yên herêmî jî nikarin vê berpirsyariya giran rakin. Ev yek yekser ji aliyê Erdogan ve hat kirin."

KURD HETA NEBIN HÊZ, WÊ EWROPÎ NEYÊN REHMÊ

Ayata da xuyakirin, ku Kurd di nava 90 salan de gelek caran hat înkarkirin, rastî komkujiyan hatin got, "Lê belê Ewropa, cîhana rojava dema devê xwe vedike dibêje, 'Mafê dewleta Tirk ê parastinê li dijî terora PKK'ê heye.' Baş e qet mafê PKK'ê, mafê Kurdan ê xweparastinê nîne? PKK'yî ji fezayê hatine?"

Ayata destnîşan kir, ku divê ev yek bê şikandin û got, "Şikandina vê jî bi berxwedanê, bi hêzê re dibe. Heta ku Kurd nebin hêz, heta ku vî kefenê jê re hatiye diyarkirin neqetînin, Ewropî û Amerîkî nayên rehmê."

PÊWÎSTE MODELEKE RÊVEBERIYÊ YA KURDAN HEBE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûzaffer Ayata got, "Em Kurdistanî gelek in, Kurdistan erdnîgariya me ye, xaka me ye. Em nabêjin ilehî em ê dewleta Tirk têk bibin, em ê artêşe ji hev bixin. Projeyeke me ya bi zorê êdî nîne. Em dibêjin; bila dewlet me nas bike, hurmetê nîşanî hebûna me bide, em jî hurmetê nîşanî dewletê bidin."

Ayata diyar kir, eger Kurd wê weke gelekî bimîne, xwedî jiyan be, hingî divê modeleke xwe ya rêveberiyê hebe û işaret bi pêşniyar Kurdan a xwerêveberiya demokratîk, xweseriya demokratîk kir. Ayata anî ziman, ku ev proje ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo tevahiya kedkar û bindestên li Tirkiyeyê, ji bo hêzên mûxalîf, ji bo aştî û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye.

KURD WÊ TI CARÎ TESLÎMÎ VÊ FAŞÎZM Û NÎJADPERESTIYÊ NEBIN

Ayata da xuyakirin, ku Tirkiye bi xwe jî dizane ev proje demokratîk e, berê li ser hatibû axaftin û got, "Di kongreyên PKK'ê, kongreyên KCK'ê de ev yek ji raya giştî re hatibû ragihandin. Lê belê Tirkiye bi zanebûn, mîna ku Tirkiye parçe dike vê yekê weke xeteriyekê nîşan dide. Armanca xwe ya bingehîn ji nû ve înkarkirina Kurdan, pelçiqandina daxwazên wan, ji holê rakirina berxwedanê û şikandina vîna Kurdan e."

Ayata destnîşan kir, ku Kurd wê vê yekê ti carî qebûl nekin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Eger Kurd mirov in, eger gelekî li ser vê xakê ye, eger dixwaze li ser vê xakê ji xwe re pêşerojekê ava bike, wê ti carî teslîmî faşîzm û nîjadperestiyê nebe. Berdêl da, wê ji niha û pê ve jî bide. Lê belê wê êdî bi awayekî yekalî nede, wê berdêl ji bo aliyê din jî hebe. Ya wê bên ser xeta însanetiyê, yan jî wê di zerara dane de, di xwîna dirije de bifetisin. Kurd wê ji niha û pê ve nîjadperestiyê ji holê rakin û ti carî asîmîlasyonê qebûl nekin."