NÛ BÛ

Li Nisêbîn û Geverê 'qedexeya derketina derve' hat îlankirin.

Plana komkujiyê ya AKP'ê, ku Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala lê mikur hatibû, gav bi gav li Nisêbîn û Geverê dikeve meriyetê. Li her du navçeyan derketina derve hat qedexekirin.

Dewleta Tirk a ku 80 tank û bi hezaran tîmên tevgera taybet li navçeya Colemêrg Geverê bi cih kir, ji îro bi şev saet 22:00 û pê ve 'derketina derve qedexe' kir.

Heman qedexe li navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî hat ragihandin. Rayedarên dewleta Tirk dan xuyakirin, ku ji saet 00:00 ê îşev û pê ve wê derketina derve li Nisêbînê qedexe be.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk pêr dabû xuyakirin, ku wê li Gever, navçeya Mêrdîn Nisêbînê û li navenda Şirnexê operasyonan bidin destpêkirin.

Ji bo van operasyonan jî herî kêm 80 tank, gelek maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî û akreş, 'tîmên taybet' ên dişibin çeteyên DAIŞ'ê, li navçeya Geverê hatibû bicihkirin.