Li Şirnex û Nisêbînê êrîş dewam dikin

Li navenda Şirnexê ku amadekariyên êrîşên qirkirinê tên kirin û li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxan dewam dikin.

Li navenda Şirnexê, ji duh bi şev û vir ve êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî gelê Kurd dewam dikin. Êrîşê ku duh êvarê destpê kirin, bi şev dijwar bûn. Bi van êrîşan re hewl tê dayîn gel ji cih û warên xwe bê derxistin.

Her 15-20 deqeyan dengê çekên giran ji bajêr tê. Balkêş e ku hêzên dewletê, taxên welatiyên sivîl lê ne, hedef digirin.

NISÊBÎN

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxan dewam dikin. Êrîş heta van kêliyan jî dewam dikin.