BI DÎMEN

Fermandariya HPG’ê û YBŞ'ê ya Şengalê: 21 çete hatin kuştin

Fermandariya HPG’ê û fermandariya YBŞ'ê ya Şengalê diyar kir ku di Pêngava Tolhildana Medîvan de 21 çeteyên DAÎŞ’ê kuştine, gelek alavên leşkerî jî desteser kirine.

Fermandariya HPG’ê û fermandariya YBŞ'ê  ya Şengalê têkildarî Pêngava Tolhildana Medîvan daxuyaniyekî nivîskî da. Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye: “ 11’ê Adarê ji bo bîranîna şehîdên Şîlo li herêma silsileya Başûrê çiyayê Kalika û çerxerêyê Pêngava Tolhildana Medîvan hatibû destpêkirin. Pêngava ku bi firehiya 10 km digire nava xwe Şengal, Şîlo, Çerxerêya Reqa û Rojava ketiye bin kontrola gêrîlayan. Di encama çalakî û şerên ku pêk hatin de bi awayekî zelal 21 çete hatin kuştin û cenazeyê 11 çeteyan jî di destên hêzên me de ne. Di şer de endamê têkoşîna azadiya me xebatkarê çapemeniyê Agir Banê dema ku xebatê xwe bi rê ve dibir şehîd ket.” 

ALAVÊN KU BI DEST KETINE WIHA NE

HPG’ê û YBŞ'ê  têkildarî alavên ketine destan û navê hinek çeteyan jî eşkere kir:

“ 3 çekên qernasê û rextekî wê,
4 çekên BKC û 3000 guleyên wê,
1 çeka B-7, 9 guleyên wê û 9 heşûyê wê,
2 Tabance û 2 jerjorên wê,
2 Dûrbînên roj, 9 bombeyên destan, 40 mayînên bi destan hatine çêkirin
1 qemyona bombebarkirî ji aliyê gerîlayên me ve hat îmhakirin. Navê hinek ji çeteyên hatine kuştin wiha ne; Dilşad Abdûllah Salîm, Bûsam Ziyad Tarik û Ebû Nedzen.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYÊ

HPG’ê û YBŞ'ê  têkildarî nasnameya xebatkarê çapemeniyê jî bi raya giştî re parve kir.

 

...

 

Nasnav: Agir Banê
Nav û Paşnav: Amanj Resûlî
Cihê Jidayikbûnê: Banê
Navê Dayik û Bav: Şahla – Resûl
Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal/11’ê Adarê

 

...