Çeteyên AKP’ê êrîşî gundê Celemê yê Efrînê dikin

Komên çete yên girêdayî komên qaşo ‘muxalefeta Sûriyeyê’ yên ku AKP’e piştgiriyê didiyê, êrîşî gundê Celemê yê Efrînê dikin.

Komên çete yên girêdayî komên qaşo ‘muxalefeta Sûriyeyê’ yên ku AKP’e piştgiriyê didiyê, êrîşî gundê Celemê yê Efrînê dikin.

Hate ragihandin ku komên çete yên Siwar El-Şam, Ehrar El-Şam û Feyleq El-Şam ku girêdayî dewleta Tirk in, baragehên Yekîneyên Parastina Gel ên li başûrê gundê Celemê yê Efrînê topbaran dikin. Komên çete saet di 13.15’an de bi hawanan dest bi topbarana vê qadê kirin. Di encamê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên gundiyan. 

Çeteyan duh jî gundê Cemelê topbaran kirin. Di heman demê Artêşa Tirk li ser gundiyên Hemamê gule raşand.