Li Qamişlo ji bo şehîdên 12’ê Adarê û şervanê Ereb Ezba merasîm

Kesên di qetlîama Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan bi meşeke girseyî û merasîmekê hatin bîranîn. Şervanê Ereb Sabîr Ezba jî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Ji bo kesên ku di serhildana 12’ê Adara 2004’an a li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dane, îro meşek û merasîmeke hat li dar xistin. Di merasîmê de şervanê Ereb Sabîr Ezba yê endamê asayîşê bû û di encama êrîşa li Girê Spî ya çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû jî hat defirnkirin. 
Malbat, rêveberên xweseriya demokratîk, nûnerên sazî û partiyên siyasî û bi hezaran kes jî beşdarî aktivîteyê bûn. Bi hezaran kesên ji gelên cuda li Qenarsîwês a ku fetlanoka 12’ê Adarê kom bûn, dest bi meşê kirin. Posterên kesên ku di serhildanê de jiyana xwe ji dest dan, alên YPG/YPJ, TEV DEM û pankarta ‘Şervanên YPG/YPJ’ê tola şehîdên 12’ê Adarê hildan” û “Em 12’ê Adarê ji bîr nakin” hilgirtin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

 ‘QETLÎAMA QAMIŞLO ENCAM NEGIRT’

Di merasîmê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Serokê Konseya Şehîdên Rojava Rêzan Gulo, endamê Konseya Karkeran Kenan Berekat, endamê Konseya Partiya Yekîtiya Demokratîk û Alîkara Serokê Konseya Karê Derve Emîne Osê, Endama Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojava Ayten Ferhad, Seroka Konseya Jinan Emîne Ûmer û Eşîrên Ereban û nûnerên gelan amade bûn.
Piştî cenazeyê Sabîr Ezbê yê di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Girê Spî de jiyana xwe ji des da anîn goristanê, ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û ji bo Sabîr Ezba merasîmek leşkerî hat lidarxistin.

Di merasîmê de Serokê Konseya Şehîdan Rêzana Gûlo, Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Emîne Oxê, Wezîrê Karên Derve Abdûlkerîm Omer, Serokê Konseya Karên Hundir Kenan Berekat û li ser navê Kongreya Star Şaha Xelîl, li ser navê TEV-DEM’ê Hevseroka Meclîsa Qamişlo Feyrûşah Remezan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ku qetlîama ji aliyê rejîma BAAS’ê ya li hember Kurdan bi awayekî bi plan û zanebûn hat kirin. Hat  ziman ku serhildana 12’ê Adarê bû ruhê Şoreşa Rojava û bû bingehê serhildana gelan.

Di merasîmê de, têkildarî têkoşîn û sekna Ezba yê ku li Girê Spî jiyana xwe ji dest da axaftin hatin kirin, hat destnişankirin ku polîtîkayên şovenîst ê rejîma BAAS’ê encam negirtin û nagire jî.

Piştî cenazeyê Ezba ji aliyê girseyê ve bi tilîlî û dirûşmeyan hat definkirin, merasîm bi dawî bû.

...