BI DÎMEN

Banka kincan ji bo Sûrê dixebite

Semra Kiratli diyar kir, projeya banka kincan ji bo mezinkirina ruhê piştgiriyê hatiye destpêkirin û bang li her kesî kir, ku alîkariyê bidin vê projeya 'banka kincan'.

Yek ji kampanyayên alîkariyê yên ji bo malbatên ji ber dorpêçiya zêdeyî 100 rojan a li Sûrê ji neçarî cih û warên xwe terikandine, kampanya kincan a Şaredariya Bajarê Mezin e. Di çarçoveya vê kampanyayê de ji malbatên ji neçarî koç kirine û yên ji aliyê aborî ve rewşa xwe nebaş e, alîkariya kincan tê dayîn. Banka kincan dest bi xizmetê kir.

Seroka Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Semra Kiratli da xuyakirin, ku bi vê kampanyayê re ew dixwazin alîkariyê bidin jin, zarok, ciwan, mirovên xizan, hewcedar, astengdar, extiyar, mexdûrên karesatên xwezayî, bêxwedî, penaber û yên pêwîstiya xwe bi stargeh û alîkariya parastinê hene.

EM MALBATÊN MEXDÛR TESPÎT DIKIN Û ALÎKARIYÊ DIDIN WAN

Kiratli der barê sîstema kar a banka kincan a li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ye agahî da û got, "Weke karê destpêkê em dixwazin bersivê bidin pêdiviyên malbatên bi zorê ji Sûrê hatine derxistin. Ev çend hefte ne me kincên ji bo zivistanê belav kirin. Sîstema me ya kar bi vî rengî ye; di rewşa heyî de em bi giranî xwe digihînin malbatan. Hevalên me diçin nava taxan, malbatên ji Sûrê koç kirine tespît dikin û piştî lêkolînkirinan, koliyekê amade dikin û radestî malbata hatiye tespîtkirin dikin. Li banka me niha bi tenê kincên ji bo zivistanê hene. Lê belê em ê kincên ji bo bihar û havînê jî bînin. Kinc hemû nû ne, em bi ti awayî kincê berê li hatiye xwekirin, nadin. Weke bexşê jî em van kincan qebûl nakin. Bi peydakirina kincên nû re em vî karê xwe her didomînin. Projeya me ne tenê ji bo demeke diyarkirî ye. Heta em karibin em ê bidomînin."

BIÇÛK AN JÎ MEZIN, HEMÛ BEXŞ Û ALÎKARÎ HÊJA NE

Kiratli da zanîn ku ew pêwîstiyên banka kincan bi bexşan û budçeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ji bo vê projeyê veqetandiye re tedarik dikin û got, "Çi biçûk çi jî mezin, hemû alîkariya ji bo vê projeyê were dayîn ji bo me giranbuha û hêja ye. Di vê çarçoveyê de em hemû alîkariyan qebûl dikin. Ya destpêkê; yekser kincên nû, ya duyemîn jî pere ye. Kesên dixwazin alîkariya kincan bikin dikarin li Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bigerin yan jî bi xwe bên alîkariyê bidin. Yên dixwazin alîkariyê bi pereyan bidin, dikarin pere bişînin hesabê bankayê yê ji bo vê projeyê hatiye vekirin."

Welatiyên dixwazin alîkariyê bidin, dikarin bi vê rêyê bikin:

VAKIFLAR BANKASI: TR71 0001 5001 5800 7304 2845 16
Telefon: 0412 226 22 97