YPG: Komên çete yên êrîşî Hol û Çiyayê Kizwanan kirin hatin îmhakirin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hin nuqteyên kantonên Kobanê û Cizîrê kirine û ragihand, li herêmên Çiyayê Kizwanan û Holê 26 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 12-13'ê Adarê yên li hemberî kantonên Kobanê û Cizîrê, daxuyaniyek weşand.

KOMA ÇETE YA ÊRÎŞÎ HOLÊ KIR HAT ÎMHAKIRIN

YPG'ê diyar kir, di 12'ê Adarê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî başûrrojhilatê Holê kirine û ev agahî hatin dayîn: "Piştî êrîşê li fitlanoka Ûm-Cirêx a li ser sînor şerekî dijwar qewimî. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 23 çete li vir hatine kuştin û cenazeyên wan tevî çek û cebilxaneyan ketine destê hêzên me."

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hatin parvekirin:

"12'ê Adarê saet di navbera 14:30- 15:00'an de çeteyên DAIŞ'ê ji Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî gundê Ebrê kirin. Çeteyan di heman demê de ji Pira Qaraqozaxê êrîşî gundê Qereqozaxê û derdora wê kirin.

12'ê Adarê saet di 08:00'an de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran û çekên sekvaniyê êrîşî başûrê Bendava Tişrînê ya Kobanê kirin. Êrîşê heta saetên derengî dewam kir.

Komên çeteyan 13'ê Adarê (îro) saet di navbera 01:00-02:00’an de li Bakurê bendavê xwestin êrîş bikin. Piştî mudaxelekirina hêzên me komên çete ji neçarî ji herêmê reviyan.

12'ê Adarê saet di 05:00 de çeteyên DAIŞ’ê nêzî 20 km başûrêrojavayê Çiyayê Kizwanan êrîşek li dar xist. Li ser mudaxelekirina hêzên me şerekî dem kurt qewimî. Di şer de bi qasî ku hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin. Hêzên me tevî 3 cenazeyan 1 çeka BKC, 1 çeka B-7 Roketavêj, 3 çeka kalaşnîkovê, 3 rext, 17 jarjor û 3 bombeyên destan bi dest xistin."