Li Stewrê agirê Newrozê gûr dibe

Li Taxa Soylû ya Stewrê agirê Newrozê hat pêxistin.

Her Newroz nêz dibe, coşa Newrozê jî zêde dibe. Welatiyan li Taxa Soylû (Dêrîş) ya girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê agirê Newrozê pêxistin. Di pîrozbahiya Newroz ku gelek welatî tevlî bûn de berxwadanên xwerêveberiya Kurdistanê hat silavkirin. Di pîrozbahiyê de cilên neteweyî qad xemiland, çalakvanan li derdora agirê pêxistin bi stranan re govend gerandin.

Pîrozbahiya demek dirêj dewam kir bi stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.