Li Geverê dewletê dest bi êrîşan kir: 4 kes birîndar bûn
Beriya "qedexeya derketina derve" destpê bike, hêzên dewletê bi hawanan êrîşî Taxa Kişla kirin. Di êrîşê de 4 kes birîndar bûn.
Beriya "qedexeya derketina derve" destpê bike, hêzên dewletê bi hawanan êrîşî Taxa Kişla kirin. Di êrîşê de 4 kes birîndar bûn.
Beriya "qedexeya derketina derve" ya li navçeya Colemêrg Geverê bikeve meriyetê, êrîşên hêzên dewletê destpê kirin. Tevî ku hat ragihandin wê ji saet 22:00 û pê ve qedexe destpê bike, hêzên dewleta Tirk hawan avêtin taxên Orman û Kişla yên li navçeyê.
Di dema vê êrîşê de 4 kesên li ber Mala Gel a Taxa Kişlayê bûn birîndar bûn.
Şêniyên taxê mudaxleyî birîndaran kirin.