YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Şehdadê jiyana xwe jidest daye, eşkere kir.

YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Şehdadê jiyana xwe jidest daye, eşkere kir.

Navenda Çepemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku şervanê wan ê ji Rojhilatê Kurdistanê Gever Firas li Şedadê jiyaan xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di berxwedana ku yekîneyên me di nava Hêzên Suriyeya Demokratîk de cihê xwe girtibûn û di encam de heremên berfireh li başurê Hesekê û Şedadê rizkaririn, hevalên me bi lehengî şer kirin û ew herêm bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.

Di vê berxwedanê de hevrêyê me Gever Firas piştî qehremantiyek mezin li dijî hêzên tarî gihişt asta şehadetê.

Soza ku me daye hemû şehîdên xwe, em ji Şehîd Gever re jî dubare dikin Weke YPG/YPJ'ê em ê li ser şopa wan bimeşin heta azadiyê û serketinê.”

Nasnameya şervanê YPG’yî wiha ye:

Nasnav: Gever Firas
Nav û paşnav: Ramîn Ûmûyîmîlan
Navê dayikê: Pûrze
Navê bav: Zahar
Cihê jidayikbûnê: Mako
Cih û dîroka şehadetê: Şedadê – Gundê Ûm Midfeh/28’ê Sibata 2016’an.