Li Geverê bi topên hewanê êrîşî taxan dikin
Li Geverê ji destpêka qedexeyê re bi kêliyan bimîne li hemberî taxan bi topên hewanê êrîş destpê kir.
Li Geverê ji destpêka qedexeyê re bi kêliyan bimîne li hemberî taxan bi topên hewanê êrîş destpê kir.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku bi mehan e pêkanînên rewşa awarte didome, ji destpêka qedexeyê re bi kêliyan bimînê hêzên dewletê dest bi êrîşan kirin. Ji Fermandariya Tumenê ya Navçeyê û Tabura Efeyan li hemberî taxên Cumhuriyet û Gungorê topên hewanê hatin avêtin. Wesayîtên zirxî yên li ser Kolana Îpekyoluyê bicih bûne jî taxên Esentepe û Esenyurt gulebaran dikin.
Li gelek noqteyên navçeyê ji wesayîtên zirxî ji bo endamên YPS û YPS-Jin banga “teslîm bibin” tê kirin lê endamên YPS’ê bi berxwedanê bersiv didin vê bangê.