Di qezaya trafîkê ya li Meletiyê de keça Hevserokê HDP'yî jiyana xwe ji dest da
Di qezaya trafîkê ya li Meletiyê de keça Hevserokê HDP'ê yê navçeya Yeşîlyûrtê Azîz Dogan jiyana xwe ji dest da.
Di qezaya trafîkê ya li Meletiyê de keça Hevserokê HDP'ê yê navçeya Yeşîlyûrtê Azîz Dogan jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Dîlek a navçeya Meletî Yeşîlyûrtê, danê sibehê saet di 07:00 de servîsa xwendekaran a ji hemzemîna li taxa Îstasyonê derbas bû, li trena bar qelibî. Di dema qezayê de trenê bi metreyan mînîbusa servîsa xwendekaran bi erdê re kişand. Di bûyerê de keça Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Yeşîlyûrtê Azîz Dogan xwendekara dibistana navîn Seher Dogan jiyana xwe ji dest da, 16 ji 30 xwendekaran birîndar bûn.
ŞÊNIYÊN TAXÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN
Xwendekarên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Meletiyê. Tedawiya hin ji birîndaran qediya, hin jî hînê li nexweşxaneyan e.
Şêniyên taxê dan xuyakirin ku li hemzemînê bend nîne, lewma rayedar ji vê qezayê berpirsyar in.