PDK a Rojava: Em ê nehêlin Ezaz û Cerablûs bikeve
Rêxistinbûyîna bi navê ENKS a bi PDK'ê ve girêdayî ye, bi dîmenan careke din piştrast bû ku bi çeteyên êrîşî Kurdan dikin re hevkariyê dike.
Rêxistinbûyîna bi navê ENKS a bi PDK'ê ve girêdayî ye, bi dîmenan careke din piştrast bû ku bi çeteyên êrîşî Kurdan dikin re hevkariyê dike.
Ev dîmen li nêzî bajarokê Mare hatiye kişandin. Çeteyên ENKS'ê yên li vê derê daxivin, piştgiriyê didin komên çete yên bi desteka Tirkiye êrîşî Kurdan dikin. Ev çete li dij derdikeve ku Ezaz û Cerablûs ji DAIŞ'ê bê rizgarkirin.
Koma çekdar a bi navê Ehfad Selah El-Dîn ku pişgiriya xwe ji partiyên Yekîtî ya Ibrehîm Biro serokatiya wê dike û Partiya Demokratîk Kurdistanî- Sûriya (PDKS) ku Siûd Mele serokatiya wê dike (ENKS) gefan li gelê kurd dixwin û dibêjin ku ew ê rê nedin herêmên Şehba ji çeteyan bê rizgakirin.
Di wî dîmenê li bajarokê Mare yê nêzî Til Rifatê hatiye kişandin de çeteyeî ji komeke çete ya bi navê Tûgaya Ehfadê Selahedîn (Neviyn Selahedîn) daxive. Li pişt vî çeteyî, komeke çete ku temenê tevan kêmî 25 salî ye heye. Ev çeteyê daxive dibêje: "Em ê rê nedin PKK’ê li gundên bakurê Helebê bi pêş de biçe û herêma navbera Ezaz û Cerablûs bixe destê xwe."
Koma çete ya dirûşmeyan ji bo partiyên xwe yên ser bi PDK'ê diqîre, dibêjin ku ji bo Cerablûs ji DAIŞ'ê neyê stendin, ew ê şer bikin.