Omer: Pêwîste Helebçe weke jenosît were naskirin

Siyasetmedara Kurd di salvegera 28. de qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bibîr anî û ji bo careke din komkujiyên bi vî rengî bi serê Kurdan de neyê, banga hevgirtinê li tevahiya gelê Kurd kir.

Siyasetmedara Kurd di salvegera 28. de qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bibîr anî û ji bo careke din komkujiyên bi vî rengî bi serê Kurdan de neyê, banga hevgirtinê li tevahiya gelê Kurd kir.

Di 16’ê Adara 1988’an de li Heleçeyê bi çekên kîmyewî komkujiyek hat kirin û di encamê de herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar kes jî birîndar bûn. Siyasetmedara Kurd Necîbe Omer ji ber salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nîvîskî weşand. 

Necîbe Omer da xuyakirin, ku heta niha komkujiye Helebçeyê weke jenosît nehatiye qebûlkirin û got, "Helebçe di esasê xwe de serhildana 91'an e. Bersiva Helebçe dîsa li Bakurê Kurdistanê di salên 90'î de bi serhildanên Cizîr, Nîsêbîn ve hat dayîn."

NE TENÊ LI HELEBÇEYÊ LI GELEK HERÊMÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇEKA KÎMYEWÎ HAT BIKARANÎN

Omer ragihand, ku ne tenê li Helebçeyê, li gelek cihên din ên Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî hatine bikaranîn û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ez hemû komkujiyên di vê mehê de hatine kirin, bi tundî şermezar dikim. Komkujî herî zêde li ser gelê Kurd çêbûne. Van komkujiyan ya li Cihûyan hat kirin jî derbas kiriye. Li Başûrê Kurdistanê ne tenê li Helebçeyê, li herêma Germiyan jî çeka kîmyewî hat bikaranîn. Dîsa li Qeredax, li aliyê Hewlêrê jî li Balîsanê bombeyên kîmyewî barandin. Di encamê de gelek mirov hatin kuştin. 28 sal di ser komkujiya li Helebçeyê re derbas bû. Ez hemû hêzên di nava vê komkujiyê de cih girtine bi tundî şermezar dikim. Bi minetdarî hemû şehîdên komkujiyê bibîr tînim."

KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ NE TENÊ FÎZÎKÎ BÛ, DI HEMAN DEMÊ DE KOMKUJIYEKE ÇANDÎ BÛ

Necîbe Omer diyar kir, ku komkujiyên li Kurdistanê jî çêbûne komkujiyên li Cihûyan hatine kirin derbas kiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Komkujî herî zede di sedsala 20’an de pêk hatine. Siyaseta di wê demê de hat meşandin, bi giştî hebûna Kurdan bê nasname hiştin bû. Di komkujiya Helebçeyê de bi kom kuştin, bin erd kirin, kîmyasal li ser wan de rijandin û şewitandin. Her wiha hemû teknîka xwe bi kar anî. Lewma mirov nikare bêje komkujiya Helebçeyê tenê fîzîkî bû. Di heman demê da çandî bû. Komkujiya Helebçe pir dijwar bû. Gelê Kurd hejand. Em dizanin roja 16’ê Adar rejîma Baasê sê caran hemle li ser Helebçe çêkir û topên kîmyewî avet. Di encama vê komkujiyê de pênc hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar mirov jî birîndar bûn. Hîna jî dewamiya birîndariyê heye, hem di aliyê fîzîkî de hem di aliyê mejî de birîndarî hene. Hîna jî zarok çedibin lê ne bi tendurîstî ne. Ev hemû encama kîmyasala li Helebçeyê hatiye bikaranîn e. Bandor li xwezaya Helebçeyê jî kir. Êdî li Helebçeyê dar şîn nedibûn. Di nava wijdanê mirovahiyê de Helebçe bû birîneke gelekî kûr. Vê hêşê hişt ku Kurdên parçebûyî li hev bicivin."

HÊZÊN EWROPÎ JÎ YEK JI BERPIRSYARAN E

Siyasetmedar Omer destnîşan kir ku berpirsyarê vê komkujiyê ne tenê rejîma Baas e, hezên Ewropî jî di nav de hene û got; "Di nava hêzên li Helebçeyê komkujî kirin de ne tenê rejîma Baas heye. Saddam di nav de ye, lê pêwîste were zanîn ku Saddam ev çeka kîmyewî çênekiriye, hikûmeta Iraqê çênekiriye. Elmanyayê ev madeya kîmyewî çêkir. Dema ku doza Helebçe xwestin bi dadgeh bikin ew mirove ku kîmya firotiye hikûmeta Iraq an jî Saddam Huseyîn, derket holê ku yekî ji Hollanda ye. Pewîste ev rastî were zanîn; di komkujiya Helebçeyê de sûcê hezên desthilatdar, hegemonîk gelekî zêde ye. Sûcê esasî yê wan e. Ewropa xwe weke azadîxwaz, demokrat nîşan dide, lê divê gelê me zanibe ku di rastiyê de siyaseteke du rû li hemberî Kurdan dimeşîne. Heta niha komkujiya Helebçeyê weke jenosît nehatiye qebûlkirin. Bi vê komkujiyê re siyaseta wan a li hemberî gelê Kurd derket holê."

KOMKUJIYA ŞENGALÊ DEWAMA KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ YE

Necîbe Omer qetlîama Şengal wek dewamiya Helebçe penase kir û wiha pêde çû; "Nerazîbûnên gel ê li hember komkujiya Helebçeyê di sala 1991’an de li Başûrê Kurdistanê bi serhildana gel xwe nîşan da. Helebçe di esasê xwe de serhildaan 91'an e. Bersiva Helebçe dîsa li Bakurê Kurdistanê di salên 90'î de bi serhidlanên Cizîr û Nisêbînê hat dayîn. Di peşengtiya PKK’ê de yekîtî çebû. Gelek mirov bi komkujiya Helebçeyê re tevlî têkoşîna azadiya Kurdistan bûn. Destketiyên bi peşengtiya PKK’ê li hemû parçeyên Kurdistanê çêbûn, bersivek li komukjiya Helebçeyê bûn. Komkujiya 2014'an a li Şengalê jî dewama komkujiya Helebçeyê bû."

Siyasetmedara Kurd Omer herî dawiye li ser yekîtiye bangawazî kir û got, "Pewîste em yekgirtîbin ku careke din nehêlin komkujî bê kirin. Li ku derê dibe bila bibe, têkoşîn pir bi wate ye. Em jî bawerin ku bi vî awayî êşên Helebçe wê werin dermankirin. Careke din ez şehîdên vê komkujiyê bibîr tinim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim."