Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî û Hevserokê Xwerêveberiya Girê Spî Mensûr Selûm di Civîna Meclîsa Damezirîner a Avakirina Sîstema Rojava û Bakurê Sûriyeyê de axivî, diyar kirin ku ji bo ji qirîza Sûriyeyê re çareseriyekê bibînin, ji bo Sûriyeyê sîstemek demokratîk û navendî ava bikin, bi armanca mafên tevahî gelên Sûriyeyê mîsoger bikin kom bûne.
Civîna Meclîsa Damezrîner a Avakirina Sîstema Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Sûriyeya Yekbûyî misogeriya jiyana hevbeş û biratiya gelan e" li bajarokê Rimêlan ê Girkê Legê kom bûye.
Axaftina vekirinê Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî kir, got: “Bi bawerî û israrek mezin ji bo çareseriyekê ji qirîza Sûriyeyê re bibînin em kom bûne. Em hewl didin ji bo xwerêveberiya gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê çareseriyekê bibînin. Ji ber vê jî kêliyê em tê de ne dîrokî ne. Ez bawer dikim ku tevahî beşdarvanên civînê jî bi vê berpirsiyartiyê tevbigerin. Em ê jî bi tevahî hêza xwe piştgiriyê bidin vê.”
Hevserokê Xwerêveberiya Girê Spî Mensûr Selûm jî hevbirên civînê silav kir, got: “Ev civîna me wê bibe civînek ku Sûriye û gelê wê yekîtiya xwe ava bikin û mafên xwe bi dest bixin. Bê guman, ev civîn bi saya berxwedana hêzên me yên YPG/YPJ û QSD’ê pêk tê û bi vê civînê jî wê yekîtiya axa Sûriyeyê pêk bê.”
Mensûr Selûm bal kişand ku qedera Sûriyeyê li derve bêyî nêrînên gelên Sûriyeyê bên girtin tê nîqaşkirin, got: “Bi vê hewl didin nêrînên xwe û projeyên xwe li ser gelên Sûriyeyê ferz bikin. Lê, wê ev civîna me jî bersivek herî baş bide van hewldanên vala, hewldanên wan ên di çaresernekirinê de vala derxe.”
Piştî axaftinan û hilbijartina dîvanê, civîn ji çapemeniyê re girtî didome.