Li Geverê êrîş û berxwedan dewam dikin
Li Geverê terora dewleta Tirk di roja çaremîn de ye. Taxên berxwedanê danê vê sibehê bi hawanan hatin bombekirin. Hêzên YPS/YPS Jin jî bersivê didin êrîşan û li ber xwe didin.
Li Geverê terora dewleta Tirk di roja çaremîn de ye. Taxên berxwedanê danê vê sibehê bi hawanan hatin bombekirin. Hêzên YPS/YPS Jin jî bersivê didin êrîşan û li ber xwe didin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, terora dewleta Tirk di roja çaremîn de ye. Taxên berxwedanê danê vê sibehê bi hawanan hatin bombekirin. Fermandariya Alayê ya navçeyê û Tabûra Efeler, bi tank û topan êrîşî taxên Zagros (Cûmhûriyet), Eskî Kişla, Mezarlik, Orman û Gungorê kirin. Ji ber vê topbaranê gelek xanî xera bûn.
Piştî bomberdûmanê, hêzên çekdar ên AKP'ê hewl dan xwe berdin nava taxên Gungor û Eskî Kişla. Bi bersiva hêzên YPS û YPS Jin re şer derket. Li taxan dengê çekan û teqînan tê. Berxwedana hêzên parastina sivîlan dewam dike.
Li navçeya ku berf lê dibare, dewleta Tİrk bi maşînên zirxî ji 'tîmên taybet' dişîne herêma şer.