Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya 28. salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di şexsê şehîdên Helebçe û Enfalê de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr anî, rejîmên kujer û dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku beriya niha bi 28 salan di 16'ê Adara 1988'an de ji hêzên rejîma dagirker a Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî û jehdar komkujiyeke mezin li gelê sivîl ê Helebçeyê kir û got, "Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine gorî û qubanî û şehîd ketin. Bombebarana Helepçeye, yek ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker a Baasa Sedam li Başûrê Kurdistanê, ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpê kiribûn. Ew jî bi merem û armanca jinavbirin û tinekirina gelê Kurd û Kurdistanê bû."
WEHŞETA REJÎMA BAAS
KNK'ê bibîr xist, ku ji destpêka desthilatdariya rejîma Baas ve li Iraqê komkujî û asîmîlasyon li gelê Kurd hatin kirin û ev xal destnîşan kir: Di serî de weke gurên har ketine giyanê kurdên feylî û bi dehan hezar kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin. Heta niha jî çarenivîsa piraniya wan nexuya ye. Di destpêka salên heştêyan de 8 hezar Barzanî enfal û bi saxî binax kirin. Li proseseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000 xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên Başûrê Iraqê û bi hovane qetlîam kirin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin."
HELEBÇE BÛ ÊŞ Û BIRÎNEK MEZIN DI DILÊ GELÊ KURD DE
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, ku ya li Helebçeyê qewimî, yek ji mînakên herî mezin ên tawankariyên sedsala 20 e û wiha dewam kir: "Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin qetil kirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vê ve Helebçe bû êş û birîneke mezin ya gelê Kurd. Di sedsala derbasbûyî de gelek komkujiyên mezin li ser gelê me pêkhatin. Mixabin heya niha jî temamî qetlîamên li ser kurdan hatine kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên navdewletî nehatîne darezandin. Bê guman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatine kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatine qebûl kirin û nebûne keysên siyasî."
TEHLÛKEYA KOMKUJIYAN LI SER KURD RANEBÛYE
KNK'ê bal kişand ser xeteriya komkujiyan li ser gelê Kurd û got, "Kî çi dibêje bila bêje, ew tehlîke li çar parçeyên Kurdistanê berdewam e. Her duh bû li Şengalê li ser gelê me yê Êzidî qetlîam pêkanîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Di van rojên derbasbûyî de komkujiyeke mezin li Cizîra Bohta pêk hat. Di roja me ya îro de jî operasyonên dewleta Tirk li deverên din ên Kurdistanê berdewamin û bi xwe re qetlîaman jî tîne.
JI BO HELEBÇEYÊN NÛ ÇÊNEBIN, PÊWÎSTÎ BI TIFAQA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURDAN HEYE
Xeteriya DAIŞ'ê hînê derbas nebûye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê hêzên siyasî bi hev re tifaq bin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek û bêne xurtkirin. Ji nûve avakirin, başkirina îmkanên jiyanê, dermankirina birînên hemî deverên qetlîamê, enfal û tewanên din tê de hatin kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û ehlaqî ye. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helepçeyê ye."
KNK'ê ragihand, ku bîranînên Helebçe û jenosîda Helebçeyê divê bi tenê di çarçoveya seremoniyal de nemîne û bi aktîvîte û xebatên çancî, civakî û hunerê her dem bê bîranîn.
NASNAMEYÊN MEZLÛMIYET Û BERXWEDÊRIYÊ YÊN GELÊ KURD
KNK'ê da zanîn, karesata trajîk a Helebçeyê ji aliyê mirovî ve bûye nasnameya mezlûmiyeta Kurdan û got, "Niha komkujî ya li Şengalê jî bi heman arasteyê ber bi wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengiya hêzên parastinê jî, bi taybetî berxwedana li Kobanê û yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurd û Kurdistanî li dijî terora DAIŞ'ê, nasnameyek berxwdêr jî ava dike û ava kiriye. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember terorê, her wihadengvedana wê li cÎhanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike.
Em Helebçê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şengal, Roboskî û hemû komkujî yên din yên ku bi destê dagirkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Cizîra Bohta û Helepçe jî ji bîr nekin.
Em carek din di şexsîyeta şehîdên Helepçe û Enfalan de hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn."