Qurbaniyên Helebçeyê li Montrealê hatin bîranîn
Li Montrealê, mirovên di komkujiya Helebçeyê de hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Li Montrealê, mirovên di komkujiya Helebçeyê de hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Li bajarê Kanada Montrealê, bi wesîleya 28. salvegera Komkujiya Helebçeyê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Merasîma bîranînê ji aliyê Însiyatîfa Ciwanên Welatparêz ve li Komeleya Montrealê hat lidarxistin û wêneyên komkujiyê hatin nîşandan.
Însiyatîfê li vê derê bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Tirkî daxuyanî da û komkujiya ku bi hezaran Kurd lê hatin qetilkirin, lenet kir.