Li Geverê bombe li cihê 200 sivîl lê de dibarin

Li qada Kanî Heyder a taxa Zagrosê (Cûmhûriyetê) ku bomberdûmana lê tê kirin dewam dike, jin û zarok jî di nav de bi qasî 200 sivîl bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku pêkanînên rewşa awarte didomin, bombebarana ji Fermandariya Alay a Navçeyê û Tabura Efeyan berdewam dike. Yek ji taxên ku bombebaran giran tê kirin taxa Zagrosê ye. Hate zanîn ku li qada Kanî Heyder a vê taxê zarok, jin û îxtiyar jî di nav de zêdetirî 200 welatî li malên xwe di bin xetereya bombebaranê de ne. Malbatan bang kirin ku bombebarana li ser wan demildest were rawestandin. 

Yek ji van welatiyan Mehmet Bafra da zanîn ku di encama bombebaranê de gelek mal bûne kavil û wiha axivî: "Dizanin li vir kesên sivîl hene lê dîsa jî bombebaran dikin. Li vir jin, zarok û îxtiyar hene lê tevî vê jî êrîşên xwe didomînin."