Berxwedana Nisêbînê di roja sêyemîn de ye
Li Nisêbînê, ku berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk bênavber dewam dike, maşîneke zirxî ya bi tîpa ejder hat rûxandin.
Li Nisêbînê, ku berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk bênavber dewam dike, maşîneke zirxî ya bi tîpa ejder hat rûxandin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê û berxwedana gel a xweparastinê di roja 3. de ne. Li hemberî êrîşên dewletê, hêzên YPS û YPS Jin bi awayekî bêhempa li ber xwe didin. Duh tevahiya rojê hêzên dewletê êrîşî taxan kirin. Li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê, ji maşînên zirxî yên Tirk sirûda 'mehter' a nîjadperestî hat lêxistin. Danê nîvro jî, di encama teqînekê de maşîneke zirxî ya bi tîpa ejder hat rûxandin. Hêzên dewleta Tirk enqazê vê maşîna xwe ya zirxî bi vînçê ji rêya Îpekê rakir û bir midûriyeta Şaxê Kontrolkirina Trafîkê ya Herêmê.
HÊZÊN YPS'Ê BERSIVÊ DIDIN
Danê sibehê jî teqînên dijwar rû dan. Li hemberî taxa Firatê topbaranê destpê kir. Hêzên YPS'ê yên li taxa Firatê jî bersivê didin van êrîşên dijwar.