Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, ji bo beşdarî '4. Forûma Silêmaniye ya Kevneşop' bibe, hat Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê. Muslim li vê derê ji Roj Newsê re axivî.
Muslim bal kişand ser guhertinên ji bo demokrasiyê yên li Sûriyeyê û da zanîn, di nava 5 salên dawî de tecrûbeya têkoşînê ya herî balkêş, tecrûbeya wan e.
Muslim ragihand, ku ji Tîrmeha 2012'an û vir ve piştî azadbûna Rojava, wan ev tecrûbeya xwe roj bi roj pêş de birin û got, "Di sala 2013'an de dema me fêm kir, ku rewş wê bi vî rengî nemeşe, me Xweseriya Demokratîk îlan kir. Û ji wê rojê heta îro, her bi pêş de diçe. Bi rewşa dema dawî re pêwîstî bi hîn bêhtir pêşvebirina vê sîstemê derket holê. Lêgerînên me li ser vê bingehê ne. Ya ji bo me girîng ew e, hemû pêkhateyên etnîkî û hindikayî di nava sîstemekê de li hev bicivînin, ku her kes karibin xwe bi awayekî azad lê îfade bikin."
NÎQAŞÊN LI SER FEDERASYONÊ
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bibîr xist, ku beriya niha bi çend rojan nûnerên her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, li ser bingeha lihevkombûna gelan, etnîk û komên olî, bang kirin û got, "Qala federalîzmê tê kirin. Yanî ew jî ne qalibekî statîk û nayê guhertin e. Li welatên federalîzm lê hene, tecrûbeyên cuda derketin holê. Gel, komên etnîkî û olî yên her welatî li hev civiyane û li ser bingeha pêdiviyên xwe, sîstemek ji xwe re diyar kirine. Lewma li gorî me divê sîstemeke ku her kes tê de xwe bibîne bê pêşdebirin û ev yek wê bêhtir kêrhatî be. Ji bo Sûriye parçe nebe, yekpare bimîne, eger projeyê hin hêzen din hebe, bila pêşkêş bikin, em jî nîqaş bikin. Lê eger tinebe, hingî projeya yekan ev e. Gelên em bi hev re dijîn, ji bo jiyaneke hevpar pêwîst li hev kombûnê dîtin. Bawerim wê di demeke nêz de li hev bicivin û di vî warî de biryara xwe bidin. Ya esasî, parçebûn nîne."
REWŞA KANTONAN DI NAVA SÎSTEMA FEDERAL DE
Muslim bibîr xist, ku nûnerên kantonan bangeke bi vî rengî kirine û li ser rewşa kantonan a di ragihandina sîstemeke federal de ev nirxandin kir: "Bêguman eger tiştekî berfirehtir û baştir hebe, ji xwe kanton wê bi awayekî xwezayî ji holê rabin. Eger sîstemeke bi vî rengî derkeve holê, rêveberiyên kanton û meclîsan neçar in tevlî vê sîstemê bibin. Yan jî eger bixwazin mîna berê bimînin, dikarin di nava sîstema federal de bimînin, li ser bingeha têkiliya bi hev re dikarin hebûna xwe biparêzin. Wê li hev bicivin, nîqaş bikin û biryarê li ser vê bidin. Yanî nûnerên kantonan bi xwe ev bang kirin. Kesî ji derve tiştekî bi vî rengî li ser wan ferz nekir. Wan bi xwe bang kirin û dixwazin biryara li ser jiyana hevpar bi gelên din re bide."
'ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN'
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li ser êrîşên dema dawî yên Tirkiyeyê li hemberî Rojavayê Kurdistanê got, "Em hemûyan dikin rapor. Me bûyera duh a li Amûdê, derbasbûna ji sînor, ragihand."
Muslim da zanîn, ku heta niha li hemberî van êrîşan helwesteke têrker nehatiye nîşandan û got, "Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê helwestek nîşan dabû. Bêguman êrîşên Tirkiyeyê ji aliyê kesî ve nayên qebûlkirin."
'JI BO TIRKIYEYÊ EM ALÎGIRÊ ARAMÎ Û AŞTIYÊ NE'
Têkildarî hewldanên dewleta Tirk û dixwaze berpirsyarên teqînên li Enqereyê bixe stuyê YPG'ê, Muslim ev nirxandin kir:
"Em dixwazin li Tirkiyeyê aramî pêk were. Dema em bi wan re rûniştin, me ev yek bi awayekî vekirî gotin. Me ji wan re got, 'ji bo hatina aştiyê çi ji destê me tê em ê bikin'. Me got, 'Pêwîstî bi navbeynkariyê hebe, em dikarin wê jî bikin'. AKP, Erdogan vê qebûl nakin. Timî ji xwe re li hincetan digere. Der barê teqîna li Enqereyê de ku 37 kesan jiyana xwe ji dest dan, ez dikarim bêjim ku Erdogan bi destê xwe kiriye? Karekî hêsan e ku mirov li mala xwe rûnên û mirovan sûcdar bikin. Ka li ber destê wan kîjan delîl hene? Dibe ku her kesî ev çalakî kiribe. Hewl dan em vê hem jî ya beriya wê bixe stuyê YPG'ê. Bi vê yekê re xwe derewîn nîşan da. Ji ber vê teqînê jî wê derewîn xuya bike. Ti eleqeya me bi vê teqînê re nîne. Li dijî prensîbên me ne. Em alîgirê aramiyê ne. Li şûna ku biçin li Enqereyê teqînê bikim, her roj bi tankan li me didin, eger pêwîstî pê hebûya me yê bersiv bidan van êrîşên tankan. Çima em biçin Enqereyê û teqînê bikin? Divê dest ji vê lîstikê berdin. Beriya niha jî hin pratîkên Tirkan di vê mijarê de hebûn. Ya ku bi rêya MÎT'ê kir, berpirsyariyên wan her tim xistin stuyê hêzên cuda. Bila dest ji van lîstikên qirêj berdin. Ji bo aramiya Tirkiyeyê em amade ne çi ji destê me tê bikin. Ji ber ku aramiya li Tirkiyeyê wê xizmetê ji me re jî bike. Em bi vî rengî difikirin û ji vê bawerin."