Meclîsa Damezrîner a Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi 200 delegeyan li hev civiya
Civîna Meclîsa Damezrîner a Rojava û Bakurê Sûriyeyê destpê kir. 200 delegeyên ji Rojava û herêmên Bakurê Sûriyeyê beşdarî civînê bûne. Di civînê de qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bîranîn.
ANF
GIRKÊ LEGÊ
çarşem, 16 adarê 2016, 11:04
Bi dirûşmeya "Sûriyeya Yekbûyî misogeriya jiyana hevbeş û biratiya gelan e" Civîna Meclîsa Damezrîner a Avakirina Sîstema Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi beşdariya 200 delegeyan, li Salona Sendîkeya Karkeran a bajarokê Rimêlan destpê kir.
Di vê civînê de nûnerên pêkhateyên herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Çeçen, Turkmen û Ermenî yên herêmên Rojava, El-Şehbaa, Minbic û Helebê amade bûne.
Nûnerên Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrîn û bajarê Girê Spî Hevserokên Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî û Hediya Yûsif, nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, nûnerên TEV-DEM’ê, nûnerên rêxistinên jinan ên Rojava jî di civînê de cih digrin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham ve hat kirin. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Girê Spî Mensûr Selûm jî axivî.
QURBANIYÊN KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ HATIN BÎRANÎN
Piştî hilbijartina dîwana civînê nûnerên gelên Asûrî, Ermenî, Suryanî, Turkmen, Ereb, Kurd, û bawermendên Êzidî, Elewî axivîn û qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bibîr anîn.