Ayhan: Dixwazin komkujiyek mîna ya Cizîr û Sûrê li Nisêbînê jî bikin

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Ayhan da xuyakirin, ku hêzên dewletê amadekariyan dikin ji bo li Nisêbînê jî mîna li Cizîr û Sûrê komkujiyekê bikin û got, "Divê gelê me li hemberî komkujiyê rabe ser piyan."

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Ayhan da xuyakirin, ku hêzên dewletê amadekariyan dikin ji bo li Nisêbînê jî mîna li Cizîr û Sûrê komkujiyekê bikin û got, "Divê gelê me li hemberî komkujiyê rabe ser piyan."

Li Nisêbînê ku cara çaremîn e derketina derve lê hatiye ragihandin û êrîşên dagirkeriyê dewam dike, hêzên dewletê bi tank, top û çekên giran êrîşî taxên xwerêveberiyê yên sivîl lê ne, dikin. Hêzên YPS û YPS Jin bi berxwedana xweparastinê re bersivê didin êrîşan. Li ser kuştî û birîndaran heta niha agahî bi dest neketine.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan rewşa dawî ya li Nisêbînê ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin komkujiyeke nû.

BI TANKAN ÊRÎŞ DIKIN

Ayhan diyar kir, bi ragihandina "qedexeyê" re hêzên dewletê ji roja destpêkê ve bi tankan û çekên giran êrîşî Nisêbînê dikin û anî ziman, êrîş bi giranî li hemberî taxên xwerêveberiyê tên kirin. Parlamenter ragihand, hêzên YPS'ê li hemberî êrîşan dest bi xweparastinê kirine û diyar kir, ji duh ve navber ji êrîşan re hatiye dayîn, lê ev navber amadekariya pêleke mezintir a êrîşan e.

'SIVÎL HEDEF TÊN GIRTIN'

Ayhan da zanîn, ku dewlet êrîşî sivîlan dike û der barê kuştî û birîndaran de ti agahî negihaştine ber destê wan. Îbrahîm Ayhan ew nikarin bi sivîlan re têkiliyê deynin, ji qadên êrîş lê tên kirin agahiyan nikarin werbigirin û diyar kir, ku di axaftina bi qeymeqamê Tirk ê li Nisêbînê re qeymeqam ji wan re gotiye, "Ev rewş erka min jî derbas dike. Tiştekî ku ez karibim bikim nîne."

LI DIJÎ KOMKUJIYAN BANGA LI GEL

Ayhan da xuyakirin, ku hêzên dewletê amadekariyan dikin, ku mîna li Cizîr û Sûrê komkujiyê li Nisêbînê jî bikin û got, "Ev 3 roj in em bi baldarî dişopînin. Amadekariyên tên kirin, leşker, polîs û çekên giran ên li navçeyê hatine civandin nîşan didin ku li Nisêbînê ji bo pêkanîna komkujiyeke mezin hewldan tên kirin."

Ayhan ragihand, ku divê hewldanên hêzên dewletê yên ji bo komkujiyê werin astengkirin û ji bo careke din mîna li Cizîr û Sûrê komkujî neyên kirin bang li gel kir, ku rabe ser piyan.