Nesrîn Abdullah: Di demeke guncaw de wê federasyon bê ragihandin

Ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Abdullah tevlî resepsiyona Newrozê ya li paytexta Belçîka Brukselê bû û diyar kir, li Rojava amadekariyên ji bo federasyonek ji hemû gelan, ji aliyê komîsyonekê ve tê meşandin.

Li paytexta Belçîka Brukselê, Newroz bi resepsiyonek li Zanîngeha Lîbre hat pîrozkirin. Ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Abdullah jî beşdarî resepsiyonê bû. Abdullah da xuyakirin, ku li Rojava amadekariyên ji bo federasyonek ji hemû gelan, ji aliyê komîsyonekê ve tê meşandin û wê di demeke guncaw de bê ragihandin.

Cejna Newrozê li paytexta Belçîka Brukselê bi resepsiyonekê hat pîrozkirin. Di resepsiyona li Zanîngeha Lîbre de Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, endamê Komîteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar, Serokê PJAK'ê Hecî ehmedî, ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Abdullah, Parlamenterên Parlamenta Belçîkayê Sîmone Sûsskînd û Îssabelle Dûrant, rojnamevan Pascale Boûrgaûx, Parlamenterê berê yê HDP'ê Ozdal Uçer, ji rêveberên KNK'ê Adem Ûzûn, Hevseroka KCD-E Dilşah Osman, Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Farûk Dorû û gelek Kurdistanî û Belçîkî amade bûn. Ji rêveberên KNK'ê Adem Ûzûn, ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Abdullah, parlamenterên Parlamenta Belçîkayê Sîmone Sûsskînd û Îssabelle Dûrant li vir axivîn. Her wiha dokûmantera rojnamevan Pascale Boûrgaûx a bi navê 'Jinên li dijî DAIŞ'ê' hat nîşandan.

'YA KU REJÎMÊ LI ME KIR, EM Ê LI GELÊN DIN NEKIN'

Ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Abdullah li resepsiyonê axivî û cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir. Abdullah diyar kir, li rojava pêvajoyeke pêkhatina şoreşê heye û got, "Li vê derê em du şoreşan di zikhev de dijîn. Yek jê şoreşa jinê ya din jî şoreşa civakî ye. Li vê derê em du stratejiyan esas digirin: Ya yekemîn; em ax û gelê xwe li hemberî DAIŞ û êrîşên bi heman rengî diparêzin. Ya duyemîn jî, rûniştandina sîstema xwe ye. Ya herî girîng jî ev e. Li Rojava niha her kes, hemû gel bi çand û zimanên xwe re dijîn. Em hewl didin xweseriya demokratîk li her deverê belav bikin. Niha li Rojava sîstema federasyonê tê nîqaşkirin. Komîteyek hatiye avakirin, amadekariyên federasyonê dike. Hemû gelên li vê herêmê dijîn wê di nava vê sîstemê de cihê xwe bigirin. Di demeke guncaw de wê ev komîte federasyonê ragihîne. Di nava vê sîstemê de wê her kes bi çand û rengê xwe re bijî. Ya ku rejîmê li me kir, em ê li gelên din nekin. Em ê bi hev re jiyaneke demokratîk û azad ava bikin."

'KURD JI BO MIROVAHIYÊ TÊDIKOŞIN'

Abdullah got, "Têkoşîna li wir tê meşandin ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo tevahiya mirovahiyê ye" û destnîşan kir, ku li dijî DAIŞ'ê bi tenê Kurd şer dikin. Abdullah got, "Li gorî belgeyên ji ser milîtanên DAIŞ'ê hatin rakirin, DAIŞ'ê dixwest di destpêkê de Kobanê bixe, piştre Efrînê û di ser Derya Spî re êrîşî Spanyayê bike. Ev belge li ser wan derketin holê. DAIŞ dixwaze xwe li Rojhilata Navîn bi rêxistin bike û êrîşî Ewropayê bike. Ev pirsgirêk a tevahiya mirovahiyê ye." Nesrîn Abdullah da zanîn, ji aliyê leşkerî ve jî planên wan ên ji bo dema pêş hene û destnîşa kir, ku ji bo parastinê ew ê xwe bi awayekî profesyonel û sîstemek leşkerî ya bi rêk û pêk bi rêxistin bikin.

'AKP KOMKUJIYAN DIKE'

Ji rêveberên KNK'ê Adem Ûzûn jî bi vegotina dîroka Newrozê re bal kişand ser berxwedana gelê Kurd. Ûzûn da xuyakirin, ku ji komkujiyên dewleta Tirk di salên 1990'î de li Cizîrê kir zêdetir, di roja îro de hikûmeta AKP'ê dike û bêdengiya welatên Ewropayê rexne kir. Parlamentera Parlamenta Belçîkayê Sîmone Sûsskînd jî ragihand, gelê Kurd li hemberî DAIŞ'ê bi tenê hat hiştin û got, "Kurd demeke dirêj e li hemberî DAIŞ'ê şer dikin. Kurd dixwazin bi çanda xwe re bijîn. Ev mafê wan ê herî xwezayî ye. Pêwîste dewletên Ewropî destekê bidin vê." Parlamentera Parlamenta Belçîkayê Îssabelle Dûrant jî cejna gelê Kurd pîroz kir û pesnê berxwedana Kurdan a li hemberî DAIŞ'ê da. Pîrozbahiyê piştî axaftinan bi muzîkê dewam kir.