Li Mêrdînê operasyonên qirkirina siyasî: 11 kes hatin girtin
Li navenda Mêrdînê û navçeya Qoserê, Hevserokên DBP'ê yên navçeyan jî di nav de 11 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, hatin girtin.
Li navenda Mêrdînê û navçeya Qoserê, Hevserokên DBP'ê yên navçeyan jî di nav de 11 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, hatin girtin.
Ji kesên di 12'ê Adarê roja Şemiyê de li navenda Mêrdînê û navçeya Qoserê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî Mehmet Şîrîn Gultekîn û Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Qoserê Hakki Akansel, endamên partiyê Veysî Şîmdî, Serdar Dînç, Cengîz Albayrak, Feyzî Fîdan, Încîle Fîdan, Alaattîn Guneş, Mehmet Sîncî, Ahmet Ozturk û Hediye Ozturk nîvê şevê sewqî Edliya Mêrdînê hatin kirin.
Piştî kar û barên li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê her 11 siyasetmedar sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Mêrdînê hatin kirin û bi îdîaya "xerakirian yekparebûna welêt û yekîtiya dewletê" hatin girtin. Dadgehê 11 siyasetmedar şand Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.