Şehîdên Helebçeyê li Zanîngeha Kerkûkê hatin bîranîn
Xwendekarên Zanîngeha Kerkûkê, bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebçeyê çalakiyeke bîranînê lidar xistin.
ANF
KERKÛK
çarşem, 16 adarê 2016, 11:57
Xwendekarên Zanîngeha Kerkûkê, bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebçeyê çalakiyeke bîranînê lidar xistin. Di kampusa zanîngehê de Dekanê Fakulteya Hiqûqê Dr. Umran Kerkûk û ji nûnerên xwendekaran Rebas Hesen axivîn. Qisekeran lenet li komkujiyê anîn û ji bo careke din heman komkujî li hemberî Kurdan neyê kirin bang li hemû pêkhateyên etnîkî kirin, ji bo têkoşîneke hevpar bimeşînin.
'GEL DIKARIN BI HEV RE Û DI NAVA BIRATIYÊ DE BIJÎN'
Hesen got, "Komkujiya Helebçeyê ji aliyê desthilatdarên faşîst ve hat kirin. Mixaibin Helebçe ya destpêkê ne jî ya dawî bû. Dîktator jî bi Saddam re neqelihîn. Îro li Kurdistanê, li herêma me, hema hema li her cihî evîndarên desthilatdariya faşîst hene û komkujiyan dikin. Komkujiyên Kobanê, Cizîr, Sûr û Şengalê yek ji van komkujiyên faşîstan e. Halbûkî dema ev evîndarên dîktatorên faşîst nebin, gel dikarin bi hev re bi biratî bijîn. Ji bo pêkhatina vê jî divê gelên kurd, Tirkmen, Ereb, Asûrî her kes têkoşîneke hevpar bimeşînin."
Piştî axaftinan xwendekaran helbestên xwe yên li ser Komkujiya Helebçeyê bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkmenî xwendin.
Xwendekarên piştî bîranînê ji ajansa me re axivîn, ji bo komkujiyên nû li Kurdistanê neyên kirin banga têkoşîneke hevpar kirin.