Heskîf tevlî Lîsteya 7 Mîrateyên Çandî yên li ber tinebûnê ne, hat kirin

Heskîfa antîk a 12 hezar salî, ku bi xeteriya binavbûnê re rû bi rû ye, tevlî lîsteya 'Europa Nostra' hat kirin. Ev lîste ji 7 mîrateyên çandî yên li ber tinebûnê ne, pêk tê.

Heskîfa antîk a 12 hezar salî, ku bi xeteriya binavbûnê re rû bi rû ye, tevlî lîsteya 'Europa Nostra' hat kirin. Ev lîste ji 7 mîrateyên çandî yên li ber tinebûnê ne, pêk tê. Lîsteya ku her du salan carekê bi hilbijartinê re tê nûkirin, li Venedîkê bi civîneke çapemeniyê re hat ragihandin û tevlîkirina navê Heskîfê jî hat eşkerekirin.

Endamê Hewldana ji bo Jîndarkirina Heskîfê Ercan Ayboga li ser mijarê agahî da û diyar kir, ku Heskîf weke yek ji 7 mîrateyên çandî yên li ber tinebûnê ne, ku weke lîsteya 'Europa Nostra' tê naskirin, hatiye diyarkirin.

Ayboga got, "Bajarê dîrokî Heskîf ê li herêma Başûrrojhilatê Tirkiyeyê ye û li qiraxa çemê Dîcleyê hatiye çêkirin, ji bo sala 2016'an ji lîsteya 7 mîrateyên çandî yên herî zêde bi tinebûnê re rû bi rû ne, hat hilbijartin. Lîste ji aliyê yek ji saziyên sereke yên mîrateyên çandî ya Ewropayê Euro Nostra û Estîtuya Banka Razemeniyê ya Ewropayê ve li Venedîkê hat ragihandin. Heskîf weke yek ji sîtên herî girîng ên arkeolojîk ên Ewropayê hat nîşandan. Bi desteka Hasankeyf Matters û Hewldana Jîndarkirina Heskîfê re, Heskîf ji aliyê Weqfa Hişmendiya Çandê ve ji lîsteyê re weke namzet hatibû nîşandan. Bi vê yekê re hat xwestin, ji bo parastina Heskîfa antîk, gavek bê avêtin û mîrateya çandî û xwezayî were parastin. Heskîf bi gefa Bendava Ilisû û Projeya Santrala Hîdroelektrîk re rû bi rû ye. Eger ev projeya hînê tê çêkirin biqede, wê dîrok di nava avê de bimîne û gelek bermayiyên arkeolojîk wê zerarê bibînin."

Ayboga bibîr xist, ku Heskîf 9 ji 10 pîvanên Lîsteya Mîratya Çandê ya Cîhanê UNESCO temsîl dike û da zanîn, ku ji bo parastina mîrateyên çandî û xwezayî, wê 'Europa Nostra' bi aliyan re hevkariyê bike ji bo tevkariyê li lêkolînkirina nêzîkatiyên alternatîf bike.

Ayboga got, "Di çarçoveya bernameya 7 Mîrateyên Çandî yên bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne de, wê ekîbek ji kesên pispor ên Europa Nostra û Enstîtuya Razemeniyê ya Ewropayê, biçe serdana vê sîtê û ji bo parastina vê çanda giranbuha, alîkariyê bidin amadekirina planeke çalakiyê. Ev xebat wê bi hevkariyeke nêz a bi rayedarên taybet û fermî yên li Tirkiyeyê re bê meşandin."

Endamê Hewldana ji bo Jîndarkirina Heskîfê Ercan Ayboga da xuyakirin, ku Heskîf xwedî kapasîteya hatineyeke salane ya ji 500 mîlyon dolarî ya tûrîzmê ye û anî ziman, ku ji ber vî aliyê xwe yê çandî di salên dawî de bi sed hezaran mirovan Heskîf ziyaret kirine.