Ji bo şikandina dorpêçiyê gundiyan berê xwe dan Geverê

Ji bo şikandina êrîşên qirkirinê û dorpêçiya li ser Geverê, gundiyên bajarokê Bajergehê bi wesayîtan berê xwe dan navçeyê.

Li Geverê, bombebarana giran a li hemberî qada Kanî Heyder a taxa Zagrosê didome û zarok û jin jî di nav de bi sedan welatî di malên xwe de asê mane. Ji bo pêşî li êrîşan bigirin gundiyên Bajergehê bi wesayîtên xwe ber bi navenda navçeyê ve bi rê ketin. Rêya gundiyan ji aliyê leşkerên Qereqola Kisikli hate birîn lê gundiyan paş ve gav neavêt û bi dehan wesayîtan ber bi navenda navçeyê ve çûn.