Li Nisêbînê bomberdûman didome

Li Nisêbînê ku êrîş her diçe lê zêde dibin, li ser taxên berxwedanê topbaran didome, ji tabûrên leşkerî jî hewan tên avêtin.

Li Nisêbînê ku bi “qedexeyên kolanan” re pêkanînên qetlîamê ketine meriyetê, li ser taxên berxwedanê topbaran didome. Danê sibehê li Taxa Firatê ya di bin kontrola hêzên YPS û YPS Jin de ye, teqînek rû da. Têkîldarî detayên teqînê agahî nehatin bidestxistin, hate dîtin ku ambûlans sewqî cihê teqînê hate kirin. Piştî teqînê demek dirêj tax dan ber çekên giran.

Tankên li qada Îpekyolû û Newrozê hatine bicihkirin jî Taxa Firatê dane ber topan. Ji malên di hedefa tankan de ne dûmanên reş bilind dibin, li hember taxê jî topbaran didome. Her wiha ji tabûra leşkerî ya li Taxa Yenîşehîrê jî li ser taxên Dîcle, Firat û Abdûlkadîrpaşayê top tên barandin. Hate ragihandin ku hewan li malên sivîl lê dijîn ketiye.

Li hember taxên berxwedanê êrîş didomin.