BI DÎMEN

'Ne komkujiyên Saddam ne jî yên Erdogan nikarin me biqedînin!'

Gerîlayên HPG û YJA Starê dan xuyakirin, ku li Helebçeyê bi hezaran Kurd hatin qetilkirin, lê Kurd teslîm nebûn. Gerîlayan li dijî komkujiyên ji aliyê Erdogan ve tên kirin jî banga yekîtiyê kirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya 28. salvegera Komkujiya Helebçeyê axivîn û destnîşan kirin, ku ew ê hesab ji hemû qetlîamkerên li Kurdistanê bipirsin.

Gerîlayên HPG û YJA Sarê yên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), di salvegera Komkujiya Helebçeyê de ji ajansa me re axivîn.

'MEJIYÊ QETLÎAMKER Ê HELEBÇEYÊ Û LI BAKUR YEK E; BÊDENG NEMÎNIN'

Gerîlaya YJA Starê Agrîn Agir got, "Li hemberî hemû komkujî û her şêwe êrîşên li Kurdistanê weke gerîla em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heta azadiya Rêberê me û tevahiya Kurdistanê, têkoşîna me wê bidome."

Agir bibîr xist, ku Saddam Huseyîn di komkujiya li Helebçeyê ya bi çekên kîmyewî de li gorî hejmarên fermî zêdeyî 5 hezar Kurd qetil kir, nêzî 10 hezar birîndar kir û got, "Ez hemû komkujiyên li gelê Kurd hatine kirin lenet dikim. Di roja îro de tê dîtin ku bi van komkujiyan re nikarîne gelê Kurd teslîm bigirin. Li hemberî komkujiyên hêzên serdest, Kurdan her tim li ber xwe dane. Ne çekên kîmyewî yên Saddam, ne jî tank û topên Erdogan nikarin bi Kurdan. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê îro bi dijminê herî har ê Kurdan Erdogan re hevkariya aborî û siyasî dike. Zîhniyeta ku li Helebçeyê komkujî kir û ya îro li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike, yek e. Banga min gelê me yê li Başûrê Kurdistanê ye; li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin. Bêdengî tê wateya hevpariya vî sûcî."

'EGER EM BIBIN YEK, EM Ê KARIBIN LI DIJ DERKEVIN'

Ji fermandarên gerîlayên li Mexmûrê Brûsk Zagros jî di destpêka axaftina xwe de lenet li Komkujiya li Helebçeyê anî û bibîr xist, ku gelê Kurd di herikîna dîrokê de gelek caran rastî komkujiyan hatiye.

Zagros got, "Dema Kurd di rêya yekîtiyê de bi pêş ketin û xwestin bibin xwedî statu, sedestan polîtîkayê komkujiyê li hemberî wan meşandin. Mîna Helebçe, Qamişlo, Sêwas, Mereş û Gazî." 

Zagros bal kişand ser rola nokeran di komkujiyên li Kurdistanê de û got, "Komkujî îro li hemberî Kurdan dewam dikin. Divê Kurd van komkujiyan qebûl nekin. Eger em Kurd dixwazin li hemberî van komkujiyan derkevin, divê em bibin yek. Bi vî rengî em dikarin Kurdistanê azad bikin."