Civîna Meclîsa Damezrîner a Bakurê Sûriyeyê dewam dike
Rûniştina roja duyemîn a civîna Meclîsa Damezrîner a Bakurê Sûriyeyê, ku wê pêşeroja herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê diyar bike, destpê kir.
Rûniştina roja duyemîn a civîna Meclîsa Damezrîner a Bakurê Sûriyeyê, ku wê pêşeroja herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê diyar bike, destpê kir.
Bi dirûşmeya "Sûriyeya yekbûyî misogeriya jiyana hevbeş û biratiya gelan e" civîna Meclîsa Damezrîner a Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi beşdariya 200 delegeyan, li Salona Sendîkeya Karkeran a bajarokê Rimêlan destpê kir.
Di rûniştinên duh de ku nîqaş li ser sîstema federal a demokratîk hat meşandin, pêşnûmeya "Belgeya sîstema nû ya demokratîk û yekbûyî ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê re" hat nirxandin.
Di vê çarçoveyê de pêşniyar û nêrîn hatin wergirtin û ji bo guhertinên pêwîst di vê metnê de bike komîteyek ji 9 kesan hat avakirin.