Silopiya 'qedexe' nas nekir, ji Newrozê re amade ye

Komîteya Amadekar a Newroza li Silopiyayê da xuyakirin, 'qedexe' wê li pêşiya pîrozkirina Newrozê nebe asteng û bang li gelê Silopiyayê kir, ku bi ruhê berxwedanê tevlî pîrozbahiya Newrozê ya 19'ê Adarê bibin.

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Silopiyayê, der barê pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê Waliyê Tirk ê li Şirnexê ve hat 'qedexe'kirin, li avahiya HDP'ê ya Silopiyayê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Serokê Komîteya Amadekar Alî Balîn li vir peyivî û diyar kir ku Newroz wê li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê were pîrozkirin. Balîn da xuyakirin, ku ew qedexeyê nas nakin û wê bi ruhê berxwedanê Newrozê pîroz bikin. Balîn bang li gelê Silopiyayê kir, ku bi coşeke mezin tevlî Newrozê bibe.

Balîn da zanîn, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê mêrdînê Ahmet Turk wê tevlî pîrozbahiyê bibin û got, "Çi dibe bila bibe, em ê Newrozê bi rengekî hêjayî wê ye pîroz bikin. Divê gelê me bi vîneke mezin tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe."