Ji mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin cenazeyên 12 kesan li goristana bêkesan hatin veşartin
Cenazeyên sivîlên li Cizîrê ji aliyê çeteyên qesrê ve hatin qetilkirin, teslîmî malbatan nehatin kirin û li taxa Yafesê hatin veşartin.
Cenazeyên sivîlên li Cizîrê ji aliyê çeteyên qesrê ve hatin qetilkirin, teslîmî malbatan nehatin kirin û li taxa Yafesê hatin veşartin.
Cenazeyên sivîlên li Cizîrê ji aliyê çeteyên qesrê ve hatin qetilkirin, teslîmî malbatan nehatin kirin û li taxa Yafesê hatin veşartin. 21 cenaze, ku 12 jê bênav in, li erdê şaredariyê hatin defnkirin. Wezareta Karên Hundir bi fermannameyekê re biryar dabû ku cenaze bi lez û bez werin veşartin.
Agahiyên berfireh ên li ser komkujiya ku dewleta Tirk di nava 80 rojî de li Cizîrê kir, roj bi roj eşkere dibin. Pitika di zikê dayika xwe de hat qetilkirin jî di nav de 12 cenaze, bêyî ku bên tespîtkirin ku bê kî ne, bi fermannameya Wezareta Karên Hundir a Tirk re tevî 9 cenazeyên din li erdê şaredariyê yê li taxa Yafesê hatin veşartin.
Karkerên Midûriyeta Goristanan a Şaredariya Cizîrê dan xuyakirin, ku bi fermana qeymeqamê Tirk ê li Cizîrê re, wan cenazeyên navên wan nehatine eşkerekirin veşartine û ev karê defnkirinê jî di bin êrîşên tank û topan de kirine.
Karkeran gotin, "Weke 3 karkerên şaredariyê, bi fermana qeymeqamtiyê re, me cenaze ji nexweşxaneyê derxistin û li erdekî li taxa Yafesê ku êdî weke goristana bêkesan tê dîtin, defn kirin. Nasnameyên 12 ji van cenazeyan nayên zanîn. Navên 9 cenazeyên din jî me li ser kevirê li ber serê wan nivîsand. Di nava van cenazeyên bênav de pitika di zikê dayiak xwe de hat qetilkirin jî heye. Em rojên herî bi zehmet ê jiyana xwe dijîn. Ji aliyekî ve mirov dihatin kuştin, ji aliyê din ve jî malbatên van mirovan nikarin bên ser gora zarokên xwe. Em jî dikarîbûn bihatina kuştin, Wezareta Karên Hundir fermaneke lezgîn şandibû û xwestibû cenaze ji morgê bê derxistin. Bila Xwedê heqê me ji van re nehêle. Wan zilmeke gelekî giran li me, li vî gelî kirin. Gelê Cizîrê heta dawiya emrê xwe vê zilmê ji bîr nake."
Bi dehan cenazeyên li jêrzemînên wehşetê hatin şewitandin, hînê li gelek morgên nexweşxaneyan e. Karkerên şaredariyê gorên nû amade dikin. Fikar hene ku hejmara gorên bênav zêde bibin. Malbat jî hînê li ber deriyê morgan e.