Hevserokên HDP û DBP'ê yên Semsûrê hatin binçavkirin
Li Semsûrê, Hevserokên HDP û DBP'ê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.
Li Semsûrê, Hevserokên HDP û DBP'ê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.
Li Semsûrê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de danê sibehê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de, tevî namzeta parlementeriyê ya HDP'ê ya hilbijartina 1'ê Mijdarê Ayten Yilmaz, Hevseroka HDP'ê ya Semsûrê Zelîha Karinca, Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Riza Bîlgîç, rêbveberê MEYA-DER'ê Sabrî Bîlgîç û welatiyên bi navê Zeynel Aydin, Alî Roza Ogûz, Dogan Abaci, Îzet Karadag û welatiyekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.
Siyasetmedarên Kurd ên sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Semsûrê.