Li Dêrgulê 'dorpêçiya Newrozê'
Li Dêrgulê, beriya destpêkirina pîrozbahiya Newrozê ketin û derketina ji bajarok ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat girtin.
Li Dêrgulê, beriya destpêkirina pîrozbahiya Newrozê ketin û derketina ji bajarok ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat girtin.
Beriya pîrozbahiya Newrozê ya li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê, ketin û derketina navçeyê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat girtin. Bajarokê Dêrgulê bi maşînên zirxî hatiye dorpêçkirin.
Ji danê sibehê ve maşînên zirxî ber bi bajarok ve tê veguhastin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê jî dewam dike.
YUKSEKDAG WÊ LI ŞIRNEXÊ BE
Di vê navberê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag tê payîn di nava rojê de xwe bigihîne Şirnexê, ji bo tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibe.