Taxên berxwedanê bi top û hawanan tên bombekirin
Li Nisêbînê, ku êrîşên qirkirinê yên li hemberî Kurdan dewam dikin, çeteyên Qesrê top û hawanan davêjin taxên berxwedanê.
Li Nisêbînê, ku êrîşên qirkirinê yên li hemberî Kurdan dewam dikin, çeteyên Qesrê top û hawanan davêjin taxên berxwedanê.
Li Nisêbînê ku dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 5. de ye, êrîşên li hemberî taxên berxwedanê bi dijwarî dewam dikin.
Nîvê şevê gelek caran dengê çekan û teqînan ji navçeyê hatin.
Ber destê sibehê jî hêzên dewleta Tirk bi hawan û topan êrîşî taxa Dîcle kirin.
Hêzên YPS'ê jî bi berxwedanê re bersiv dan êrîşan.
Êrîşên li hemberî taxan dewam dikin. Ji ber topbaran û hawanan, dû bi ser taxan ketiye.
Li ser rêya Îpekê jî tank û maşînên zirxî di nava liv û tevgerê de ne.