Cenazeyê Ergun wê sibehê bê definkirin

Cenazeyê Menekşe Ergun (Roza Botan) a bi hevala xwe Rûşen Altun re di 15’ê Adarê de li Êlihê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin, bi meşekê birin Goristana Asrî û wê cenazeyê Ergun sibehê li goristanê bi merasîmek girseyî bêdefinkirin.

Cenazeyê Menekşe Ergun (Roza Botan) a bi hevala xwe Rûşen Altun re di 15’ê Adarê  de li Êlihê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin, bi meşekê birin Goristana Asrî û wê cenazeyê Ergun sibehê li goristanê bi merasîmek girseyî bêdefinkirin.

Li Êlihê di 15’ê Adarê  de Menekşe Ergun (Roza Botan) û Rûşen Altun ji aliyê hêzên dewletê ve li Taxa Aydinlikevlerê hatibûn qetilkirin. Piştî ku malbata Ergun hate Newxweşxaneya Heremî ya Dewletê ya Êlihê cenazeyê keça xwe teşhîs kir. Piştî teşxîskrinê cenazeyê Ergun ji ber qedexe û dorpêçkirina li Nisêbînê didome malbatê biryar da ku cenaze li Êlihê bêdefinkirin. Li ser biryara malbatê, rêveberên MEYA-DER, HDP-DBP xwestin cenaze bi karwanek wesayîtan bibin Goristana Asrî yê. 

LIGEL ASTENGIYAN JÎ GEL LI CENAZE XWEDÎ DERKET

Dema malbat û MEYA-DER’ê xwest cenaze di nav bajêr de bibin goristanê ji aliyê hêzên dewletê ve hate astengkirin û destûr nedan ku cenaze di nav bajêr de bibin goristanê û tenê destûra rêya hawîrdorê hate dayîn. Li ser astengiya hêzên dewletê cenaze bi karwanek wesayîtan anîn cihek nêzî goristanê. Cenaze li vir jinan hilda ser milê xwe û meşekî birin goristanê. Di meşê de jinan bê navber tilîlî dan û girseyê bê navber sloganên “Şehît namirin”, “YPS tolhildan”, “Ey şehît xwîna te li erdê namîne” û “Kurdîstan goristan ji bo faşîstan” hatin berzkirin. 

WÊ CENAZEYÊ ERGÛN SIBÊ BÊDEFINKIRIN

Meş li goristanê bi dawî bû cenaze ji ber tarî kete erdê definkirina cenaze hiştin sibehê. Cenaze wê îşev li morga goristanê bê hiştin û sibehê saet di 10.00’an de bi girseyî û merasîmek heybet bêdefinkirin. MEYA-DER’ê bang li welatiyan kir ku sibehê herkes bi beşdariyek xurt tevlî merasîm cenazeyê Ergun bibe.