Li Nisêbînê kobra û tank hat îmhakirin

Li Nisêbînê ya ku êrîş berdewam dikin, piştî şer û teqînên dijwar ên li taxê, hat dîtin ku tankek bi palet û wesayîtekî zirxî ya kobra bi wesayîta barhilgir hat kêşan.

Li Nisêbînê ya ku êrîş berdewam dikin, piştî şer û teqînên dijwar ên li taxê, hat dîtin ku tankek bi palet û wesayîtekî zirxî ya kobra bi wesayîta barhilgir hat kêşan.

Li Nisêbînê ya ku êrîş didomin, hêzên deweta Tirk ên ku taxên berxwedanê dorpêç kirin bi tank û topan êrîşên xwe berdewam dikin. Li ser êrîşan jî hêzên YPS û YPS-Jin li taxên ku berxwedanê dikin piştî avêtina topan teqînên dijwar pêk hatin. Hat dîtin ku tankek bi palêt bi wesayîtek bi palêt ya barhilgir anîn pêşiya Amedeyiya Anadolû ya Emîre Gozluyê. Hat diyar kirin ku disa wesayîtekî zirxî yê kobra bi heman wesayîtekî barhilgir anîn heman noqteyê.

Tevgera wesayîtên zirxî û ambûlansan a li nava taxê didomin, hat zanîn ku polîsên tîmên taybet avêtin ser malên nêzîkî Goristana Mohrîz yê. Malên ku ser de hatin girtin deriyê wan hatin şkadin, hat ragihandin ku welatiyên di malan de rastî heqaretên polîsan hatine.

Li aliyê din wesayîtên zirxî yên ku diçin nava taxan û di vegerin li kampa AFAD’ê ya li ketina navçeyê weke baregeh bikar tînin. Hat dîtin ku li Salona girtî ya li ser rêya Mîdaydê, 4 otobus polîsên tîmên taybet şandine.